JIN

Ji bo azadiya Ocalan divê kurd yekitiyê ava bikin

Dem : 11 Tebax 2018 Şemî

Li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê jinên kurd bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Jinên Kurd a Krasnodarê Dîlber Wekîl ve hate xwendin.

Wekîl tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û banga têkoşînê li gelê kurd kir. Wekîl diyar kir ku dijminên gelê kurd li her derê cîhanê li dijî gelê kurd tevdigerin û li dijî kurdan polîtîkayên qirkirinê didin meşandin û wiha got: “Divê sazî û rêxistinên navneteweyî li dijî tecrîda li ser Ocalan hewl bidin. Em dixwazin bizanibin rewşa Rêberê me di çi astê de ye. Jiyaneke bê Rêbertî em qebûl nakin, di şexsê Ocalan de polîtîkayên qirkirinê li ser gelê kurd tê meşandin. Divê hemû kurdên li cîhanê dijîn bizanibin heta ku Ocalan azad nebe, ew jî azad nabin û her wiha divê ji bo azadiya Ocalan kurd yekitiya xwe pêk bînin.”

Her wiha Wekîl da zanîn ku qedera gelê kurd bi azadiya Ocalan ve girêdayî ye û divê ji bo vê yekê gelê kurd têkoşînê hîn geştir bikin. KRASNODAR

Albuma Nûçeyê