JIN

‘Ji bo azadiya Ocalan çi pêwîst be em ê bikin’

Dem : 13 Pûşper 2018 Çarşem

Jinên Amedê der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn û gotin ku bi tecrîdê re li Kurdistan û Tirkiyeyê şer giranbûye. Jinan anî ziman ku ew bi saya ramanên Ocalan mafên xwe bi dest xistine û wiha gotin: “Serok wateya jiyana me ye û ji bo azadiya wî çi pêwist be em ê bikin.”

Piştî ku dewleta tirk tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da meşandin, bi tu awayî parêzer û malbat nikarin agahî jê bigirin. Ev yek jî di nava gelê kurd de bû sedema gumanan. Gelê kurd li her derê ku lê dijîn ji bo agahî ji Ocalan bigirin çalakiyan pêk anîn û hêj jî tînin . Bi taybetî pêşengiya van çalakiyan jin dikin. Jinên ku pêşengiya van çalakiyan dikin, diyar dikin ku ew bi saya felsefe û fikrên Ocalan azad bûne û ji bo azadiya wî çi pêwist be dê bikin.

Jinên Amedê jî der barê tecrîda li ser Ocalan axivîn û diyar kirin ku bi girankirina tecrîdê re li Kurdistan û Tirkiyeyê şer giran bûye û cihan ber bi rewşeke xirab ve diçe.

Bi saya Ocalan hişyar bûne

Methiye Çakmak di serî de tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û anî ziman ku ew bi saya Ocalan û berxwedana jinan bûne xwedî maf û wiha got: “Ji her aliyê ve kêmasiyên me hebûn, lê em bi fikr û ramanên Serok hişyar bûn. Ev 19 sal in Serok di girtîgehê de ye û demeke dirêje jî ji aliyê dewletê ve tecrîdeke giran li ser tê meşandin. Em vê tecrîdê qebûl nakin û şermezar dikin. Em dixwazin ku serokê me azad bibe û bê nav me.”

Bi tecrîdê re zext zêde bûn

Hamdiye Tekîn diyar kir ku bi girankirina tecrîda li ser Ocalan zext û zilm jî zêde bûne û wiha axivî: “Ev xebatên ku îro em dikin hemû ji bo azadiya Serok in. Em jin bi saya Serok azad bûn û niha jî dora me jinan e ku em Serokê xwe azad bikin. Dewletê bawer dikir ger ku tecrîd bê girankirin dê kurd li cihê xwe rûnên. Lê belê kurd tu carî nasekinin û li dijî zext û zilmê dê tim serî rakin.”

‘Serok wateya jiyanê ye’

Aygul Çeleng jî bi rondikên çavên xwe ev tişt anî ziman: “Ez van rondikên çavan ji bo serokê xwe dibarînim ez dixwazim ku serokê me azad bibe. Ji bo azadiya wî çi ji destê min bê ez ê bikim. Serok wateya jiyana me ye.”

Tecrîd li Rûsyayê hate şermezarkirin

Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan li gundê Mîçûrînsk ê bajarê Tambovê yê Rûsyayê jî Meclisa Jinan a Fatma Kasimova çalakî pêk anî. Di çalakiyê de li ser navê meclisê Fatma Avselamova axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan êdî gelekî giran bûye, bi rengekî bêsînor didome û xwestin ku destûr ji malbatê û parêzeran re bê dayîn ku karibin tavilê Ocalan bibînin. Avselamova da zanîn ku polîtîkaya şîdet û komkujiyê ya dewleta tirk dê tu carî bi ser nekeve. Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû. AMED

Albuma Nûçeyê