NÛÇE

Ji bo 3 rojnameger û 17 siyasetmedaran daxwaza kontrola edlî

Dem : 12 Kewçer 2018 În

70 rojnameger û siyasetmedarên kurd ku di encama operasyona qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin, îro sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Piştî îfadeya dozger rojnameger Semîha Alankûş, Esra Solîn Dal û Mehmet Akdogan û 17 siyasetmedar bi şertê kontrola edlî şandin dadgehê

Hikûmeta AKP-MHP’ê di çarçoveya qirkirina siyasî de di 9’ê cotmehê de bi awayekî hemwext di serî de Amed, li 9 bajarên cuda bi ser zêdetirî 200 malan de girtin û di nav de rojnameger û siyasetvan, zêdetirî 120 kes binçavkirin. Ji kesên ku hatin binçavkirin 23 kes di heman rojê de piştî îfadeya li Midûriyeta Emniyetê ya Polîsan a Amedê hatibûn berdan.

Duh jî di nav de rojnameger Kîbriye Evren jî, 25 kes piştî îfadeya li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê sewqî Edliyeya Amedê hatibûn kirin. Di encamê de jî 12 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û di nav de rojnameger Kîbriye Evren jî, 13 kes hatin girtin.

Îro jî Abdurrahman Gok, Semîha Alankuş, Lezgîn Akdenîz, Esra Solîn Dal, Cîhan Olmez, Mehmet Akdogan û Savaş Aslan jî di nav de, bi giştî 70 kes sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Piştî îfadedayînê rojnameger Esra Solîn Dal, Semîha Alankûş û Mehmet Akdogan û siyasetmedarên bi navên Fîgen Aras Kaplan, Hasan Huseyîn Ebem, Huseyîn Kaya, Fatma Gul, Azîze Înanhan, Mehmet Nûrî Ozdemîr, Hasan Çîçek, Hîkmet Aralan, Yasemîn Ozer, Yuksel Baran, Prof. Dr. Nurettîn Turgay, Vedat Dag, Nejdet Sezgîn, Tugba Dundar, Zekî Baran, Nûran Gunbati û Mehmet Şenpolat bi şertê kontrola edlî şandin dadgehê.  AMED

Albuma Nûçeyê