CÎHAN

Ji betalkirina cezayê Ramîn 2 hezar îmze

Dem : 13 Pûşper 2018 Çarşem

Zêdetirî 2 hezar çalakvanên medenî û mafê mirovan yên Îranê, ji bo betalkirina cezayê darvekirinê yê Ramîn Hisên Penahî îmze avêtin bin nameyekê û pêşkêşê rêxistinên mafê mirovan û rêxistinên navnetewî kirin.

Li gorî malpera Kampanyaya Parastina Zindaniyên Siyasî û Medenî, zêdetirî 2 hezar çalakvanên medenî û mafê mirovan, ji bo hilweşandina cezayê darvekirina Ramîn Hisên Penahî, îmze avêtine bin nameyekî de û wê ev name ji gelek rêxistinên navnetewî û yên mafê mirovan re were şandin.

Di nameya ji bo betalkirina cezayê darvekirina Penahî de wiha tê gotin, “Em wek kesên ku vê nameyê îmze kirine, daxwaza hilweşandina cezayê darvekirina Penahî dikin. Di van deman de dîwana bilind a welat li Îranê daxwaza ji nûve lêkolînkirina dosyaya Ramîn red kiriye û metirsiya darvekirina Penahî ya piştî cejna remezanê mezin bûye.”Herwiha di nameyê de bal hatiye kişandin li ser armanca bicihanîna cezayê darvekirinê û wiha têgotin, “Armanca darvekirinê çavtirsandina mirovan e. Ji bo vê em daxwaz ji dadwer dikin ku dosyeya Penahî ji nûve bigre dest û cezayê darvekirinê betal bike.”

Hêjayê gotinê ye ku beriya du rojan parêzerê Ramîn, Hisên Ehmed Niyaz diyarkiribû ku daxwaza ji nûve destgirtina dosyaya Ramîn, ji aliyê dîwana bilind a welat ve hatiye red kirin. Herwiha birayê Ramîn, Ehmed Hisên Penahî jî vê agahiyê piştrast kiribû. TEHRAN

Albuma Nûçeyê