JIN

Ji berxwedêran banga xwedîderketina dengan

Dem : 25 Avrêl 2018 În

Ji berxwedêran banga xwedîderketina dengan

Ji hilbijartinan re demek kurt maye û hemû partiyan namzetên xwe pêşkêşî YSK’ê kir. Têkildarê hilbijartinê jinên Şirnexê ku ev nêzî sê sal e li dijî hemû êrîşên hikûmeta AKP’ê li ber xwe didin da zanîn ku ew tevî komkujiyan û zextên polîsan dê di 24’ê Hezîranê de xwedî li dengên xwe derkevin.

Susin Încî ku hevjînê wê di salên 90’î de bi îşkencê hatiye qetilkirin diyar kir ku di dema hilbijartinê de divê gel tiştên ku dewlet bi serê Şirnexê ve aniye binîn bîra xwe û xwedî li dengên xwe derkevin.

Sabriye Koluman anî ziman ku gelê Şirnexê tevî hemû zilma dewletê dê têkoşîna xwe bidomîne û got ku ew kurd in û dengê xwe bidin HDP’ê.

Derbarê derxistina parlamenteran de Peyruze Dekçî destnîşan kir ku dê di hilbijartinê de Şirnexê her çar parlementerên HDP’ê bişînin meclisê û ji bo vê yekê çi ji destê wan bê ew ê bikin.

Di hilbijartinê de mijara herî zêde xwedîderketina dengan û parastina sindoqan e, Hacer Edîs jî got ku ew ê heta dawiyê xwedî li sindoqên xwe derkevin û ji ser sindoqên xwe veneqetin.

 ŞIRNEX

Albuma Nûçeyê