CÎHAN

Ji ber teqîna volkanê 75 kes mirin, 192 kes winda ne

Dem : 07 Pûşper 2018 Pêncşem

Li Guatemalayê ji ber teqîna Çiyayê Fuego yê volkanîk herî kêm 75 kes mirin, 192 kes jî winda ne. Çiyayê Fuego yê volkanîk ku 3.763 metre bilind e, bi 35 kîlometreyan li başûrê rojava yê paytexta Guatemalayê ye. Volkan roja yekşemê teqiya û lav û xweliya ku ji devê volkanê fûriyan, li qadeke berfireh belav bû.

Rayedaran piştî teqînê bi 48 saetan daxuyanî dan û gotin, “Herî kêm 75 kes mirine, 192 kes jî winda ne.” Tirs û fikarên li ser kesên winda zêde ne ku zehmet e ku bi saxîtî werin dîtin. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane tenê nasnameyên 23’an aşkera bûne. 46 kes ji ber teqînê birîndar bûne û nêzî 3.300 kesî jî ji herêmê hatine derxistin. Vê bobelatê bi giştî 1.7 mîlyon kes ji cih û warê wan kirine.

Piştî ku volkan roja sêşemê careke din teqiya, 7 gundên din ên li herêmê hatin valakirin.

Volkana Fuego çileya 2018’an jî teqiyabû. Berê jî, di îlona 2012’an de teqiyabû û 10 hezar kesên li aliyê başûrê çiyê ji gundan hatibûn derxistin. Li Guatemalayê du volkanên din ên aktîf hene. Yek ji van Santiaguito ye ku li aliyê rojava ye, yê din jî Paca ye ku bi 20 kîlometreyan li başûrê paytextê ye. GUATEMALA

Albuma Nûçeyê