NÛÇE

Ji ber ku bi tirkî nizane nayê dermankirin!

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Pêkanînên dewleta tirk ên li ser girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê salên 80’ê û 90’î bi bîr dixe. Hat zanîn ku dayika bi navê Sabîha Uzun ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dimîne, ji ber ku bi zimanê tirkî nizane nayê dermankirin. Hat zanîn ku nexweşiyên uzun giran in û divê demildest bê dermankirin

Girtiya nexweş Sabîha Uzun ji ber ku zimanê tirkî nizane, li nexweşxaneyan nayê dermankirin. Hêzên polîsan ên dewleta tirk di meha adarê de bi hinceta ku ‘îxbar li ser heye’, bi ser mala Sabîha Uzun (58) a li taxa Firat a Nisêbînê ya Mêrdînê de girt. Di encamê de jî Uzun hate binçavkirin.

Sabîha Uzun ku îfadeyên şahidên nepenî li ser hene, di dema berxwedana xwerêveberiyan de mala xwe terk nekiribû. Uzun niha jî ji ber vê yekê tê sûcdarkirin. Hat zanîn ku Uzun a ku ev 5 meh in li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dimîne, bi nexweşiyên giran ketiye. Sabîha Uzun ji ber strêsê, devera zeniya wê werimî ye û di heman demê de nexweşiya dil û şekir jî pê re heye. Ji ber vê yekê jî demek berê rakiribûn nexweşxaneyê.

Bi zorê rontgen digirin

Uzun çend hefteyên bihurî jî ji ber werimandina li ser ser singê xwe rakiribûn nexweşxaneyê. Lê ji ber ku wergêrê kurdî nebû, nekarî derdê xwe ji bijîşk re bibêje. Uzun tevî ku nexweşiyên wê giranin jî, ji ber ku bi zimanê tirkî nizane,  nehat dermankirin. Hat zanîn ku bi zanebûn wergêrê kurdî nadin û rontgerên nexweşxaneyê jî bi zorê digirin. MÊRDÎN

Albuma Nûçeyê