CÎHAN

Ji bê aviyê zeviyên Îranê hişk dibin

Dem : 12 Kewçer 2018 În

Qeyrana avê ya li Îranê ku ji ber polîtîkayên şaş derketiye holê, giran dibe. Tê gotin, dibe ku du ji sê parên zeviyên li Îranê ji holê rabin. Alîkarê SerokKomara Îranê Îsa Kalantarî qeyrana ekolojîk a ku Îran di nav de ye nirxand û diyar kir ku Îran ji pêşniyara saziyên navneteweyî qat bi qat zêdetir çavkaniyên avê bi kar tîne. Kalantarî bi bîr xist pêşniyar tê kirin ku herî zêde ji sedî 40 çavkaniyên avê bên bikaranîn, lê belê li Îranê ji sedî 100 çavkaniyên avê tên bikaranîn.

Kalantarî hişyarî da ku bikaranîna zêde ya çavkaniyên avê yên binê erdê û çavkaniyên din, dibe ku di dema bê de rê li ber encamên giran ên civakî veke û anî ziman ku zêdebûna nifûsê û guhertina avhewayê rê li ber vê qeyranê vekiriye. Kalantarî destnîşan kir ku tevî vê yekê şaşitiyên siyasî û teknîkî jî ev qeyran girantir kiriye.

Kalantarî bal kişand ser çandiniya li Îranê û ragihand ku ji bo vî karê çandiniyê gelekî av tê bikaranîn. Kalantarî diyar kir ku bi taybetî li başûrê Çiyayên Elbrûzê û rojhilatê Çiyayên Zagrosê dibe ku çandinî nema karibe bê kirin û xwest, li hemberî vê yekê bi lezgînî tedbîr werin girtin. Kalantarî destnîşan kir ku di nav 20 heta 30 salan de dibe ku ji sedî 70’yê erdê çandiniyê nemîne.

Kalantarî ku salên 1990’î li Îranê wezîrê çandiniyê bû, îdia kir ger ku çavkaniyên avê yên li ser erd û bin erdê zêde neyên bikaranîn, dikare pêşî li xesara ku dê di nav 30-40 salan de pêk were bê girtin. TEHRAN

Albuma Nûçeyê