CÎHAN

Îsraîl û Amerîka S-300’ên rûsî diceribînin

Dem : 12 Kewçer 2018 În

Îsrîal û Amerîka pergala parastina ezmanî ya Rûsyayê S-300’an li Ukraniyayê diceribîne. Dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê ragihand ku şandeyeke Amerîka û Îsraîlê serdaneke veşartî li Ukraniyayê kir da ku agahiyên der barê pergala parastina ezmanî ya Rûsyayê S-300’an de ku radestî Ukraniyayê hatiye kirin werbigirin.

Leşkerên ukranî ji şandeya Amerîka û Îsraîlê re pêşniyar kiriye ku pergala S-300’an bi xwe biceribînin û ji bo vê yekê Amerîka 18 balefirên F-15 ji Ukraniyayê re şandine û Îsraîlê jî pîlot şandine da ku karibin pergala S-300’an li ser balefirên Amerîkayê biceribînin.

Rûsyayê di destpêka meha Cotmeha îsal de nemaze piştî ku balefireke Rûsyayê li hemberî berava Sûriyeyê di 17’ê îlonê de hate xistin fuzeyên S-300 radestî rêjîma Sûriyeyê jî kir. BRUKSEL

Albuma Nûçeyê