NÛÇE

Îşkencexane dibe kalekol

Dem : 10 Tebax 2018 În

Kadrî ESEN/AMED

Hikûmeta AKP’ê ku bi her awayî êrîşê gelê kurd dike, çêkirina xwe ya qelekol û qerekolan jî didomîne. Niha li navbera Farqîn û Amedê qelekolek tê çêkirin lê qelekolê li cihê Qereqola Cendirmeyan a Kagitliyê ku di salên 90’î de navenda îşkencexaneyê bû, çêdike

Desthilata AKP’ê ku ji bo têkbirina destkeftiyên kurdan hem li hundir û hem jî li dervayî welat di nav xebatên kirêt de ye, avakirina xwe ya qelekolan didomîne. Piştî avakirina qûleyên ku beriya salekê li ser rêya di navbera Farqîn û Amedê de çêkir û cerdevanan lê bi cih kir, vê carê jî dest bi avakirina Qlekolekî kir. Qelekolê li cihê Qereqola Cendirmeyan a Kagitliyê ku di 2008’an de hatibû girtin, çêdike. Çend roj in leşker li qereqola berê hatine bicihkirin. Qerekol hemû hatiye rûxandin û ji niha ve asasê (bingeh) kalekolê hatiye avêtin. Piştî bihîstina avakirina qelekolê em çûn gundê Kagitliyê û xwe gihand gundiyan. Gundiyên ku me xwe gihand wan avakirina qelekolê piştrast kir û zilm û zordariya ku di salên 1990’î de li qereqola ku niha dibe qelekol hatiye kirin, bi bîr xistin. Gundiyan ji ber ewlehiyê nexwestin navê xwe bidin û wêneyên wan bên kişandin, diyar kirin ku zêdetirî 10 rojan e leşker li qereqolê hatine bicihkirin û dest bi avakirina qelekolê kirine.

Gundî qelekolê naxwazin

Gundiyan anîn ziman ku leşker wan nêzî qelekolê nakin û li gorî agahiyên wan bi dest xistiye qelekoleke mezin û bi qûleyên bilind tê avakirin. Gundiyan destnîşan kir ku di navbera salên 1990 û 1993’an de li qereqolê gelek hovîtî hatiye kirin û ev tişt anîn ziman: “Kesên ku binçav dikirin li ber çavê me li ber dîwarên qereqole rêz dikirin û bi dorê li wan didan.” Gundiyan herî dawî got ji ber ku ew rabirdûya qereqolê dizanin qet naxwazin li gundê wan qelekol bê avakirin.

 Navenda îşkence û qetilkirinê

Qereqola ku niha hatiye rûxandin û li şûna wê qelekol tê avakirin, di salên 1990’î de bi îşkenceya ku lê dihat kirin û qetilkirina mirovên sivîl gelek navdar bû. Her wiha ji ber ku li qereqolê mirov dihatin îşkencekirin û qetilkirin, kontrayên ku li navçeyên mîna Farqîn, Licê, Hezro û Bismilê yên Amedê mirovên sivîl qetil dikirin jî xwe gelek caran li vê qereqolê digirtin. Qereqola ku bûbû navenda îşkenceyê û hêlîna kontrayan navê wê di îtîrafên îtirafkar Abdulkadîr Aygan û dosyayên JÎTEM’ê de jî gelek caran derbas dibe.

Albuma Nûçeyê