CÎHAN

Îranê derwêşê kurd îdam kir û ev ji raya giştî veşart

Dem : 20 Pûşper 2018 Çarşem

Hat ragihandin ku rejîma Îranê derwêşê kurd ê bi navê Jawer Mohammed Salas ê 50 salî li Girtîgeha Navendî ya Kerecê îdam kir.

Rêxistina Mafê Mirov a Însanî (Hengaw) di nûçeya xwe de ragihand ku rejîma Îranê duh derwêşê kurd ê 50 salî Jawer Mohammed Salas li Girtîgeha Navendî ya Kerecê îdam kir. Di destpêka sersalê de dervêşên Gunabadî li Tehranê protstoyek li dar xistibûn û di encama çalekiyeke wesayîtajotina ser polîsan de 3 kes hatibûn kuştin. Di protestoyan de bi tevahî 5 hêzên ewlehî canê xwe ji  dest dabûn.

Protestoyên Gunabadî ji ber biryara binçeavkirina hinek endamên wan hatibûn destpêkirin. Li gorî Hengawê, derheqê derwêşê kurd Jawer Mohammed Salas delîlên berbiçav tunebûn jî, Îranê biryara îdamê li Salas birî. Li gor agahiyan derheqê bêgunehiya wî de digel bi dehan belge jî hebûn dîsa rejima Îranê Salasê ku ji eyaleta Loristanê bû îdam kir. TEHRAN

Albuma Nûçeyê