POLÎTÎKA

Îran ber bi hilweşînê ve û rojhilatê Kurdistanê! - Kakşar Oremar

Dem : 06 Tîrmeh 2018 În

Kakşar Oremar

Desthilata rejîma totalîter a îslamî li Îranê ber bi hilweşînê ve diçe. Vê jî kiriye ku hêz û bizavên siyasî li hemû Îran û derve bikevin nav liv û lebatê. Pirsa yekê ji min re ev e: “Gelo bizava siyasî li Kurdistanê bi giştî û bi taybetî jî li rojhilatê Kurdistanê çiqas ji van gûherandinan re amade ye? Partiyên wekî: PDK, PDK-Îran, Komele, PJAK û yên din çiqas dê ji ezmûnên hereketa siyasî a bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê sûdê bigrin? An jî dê berevajî partiyên siyasî li Başûr, bi avakirina ‚eniyeke hevgirtî û xwedî stratejiyeke diyar’ bibin bersiva xewnên Şêx Ûbeydula, Simko, Qazî û Qasimlo!

Gelo li Îranê sîstema federal dê bikaribe bibe baştirîn alternatîf û kurd jî tê de xwedî rol bin?

Derfet dê çi bin û ew derfet çawa dê bêne bikaranîn ku rejîma heyî an jî cîgirên wê bi girîngî li ‘pirsgirêka kurd’ a dîrokî binihêrin?

Û ji niha ve bi dehan pirsên din jî li ser pêşeroja siyasî a Îranê hene û têne pirsîn.

Rewşa dawiyê

Nerazîbûnên xelkê ji hêlekê û dorpêça aborî a gelek welatên cihanê ku nefesa jiyana rejîmê teng kiriye, rewşeke nû jî li herêmê bixwe re afirandiye. Rejîma Îranê di şokeke mezin de ber bi hilweşînê ve diçe.

Her du berpirsên sereke (Ayetullah Xaminêyî û Hesen Rûhanî) û bi taybetî jî kesê yekê ketiye nav tengaviyên mezin. Ne Xaminêyî û ne jî Rûhanî nikarin rêçareyekê peyda bikin ku ji van kirîzên aborî-siyasî û civakî xelas bibin.

Rejîma ku weke nexweşekê bi çendîn êş û derdên bêderman re rûbirû maye, êdî bi vê rewşê re nikare berdewamiyê pêk bîne. Alîgirên du sîstemên ‘reformxwaz û muhafazekar’ jî ketine dijberiya hev. Bi gotineke sadetir: masiyên golekê bêhtir ji salên berê ketine beliandina hev. Li rex wê bêbaweriya xelkê ya bi dewleta desthilatdar re:

1. Bêhêvî bi paşerojê

2. Fesada aborî-îdarî ya ku êdî ne mimkun e rêyeke çareseriyê jê re bê peyda bike

3. Binpêkirina mafên mirovan bi dehan rêyên ji hev cuda

4. Diziyên diravî û malî

5. Dadgehên dij edaletê li hemberî çalakvanên siyasî

6. Gendeliyên bêsînor

7. Kirîza ava vexwarinê (heta ji bo jiyana rojane)

8. Dorpêça aborî-siyasî a Amerîka ya li dijî Îranê

9. Nebihîstina deng û daxwazên sirûştî ên kurd û komên din yên etnîkî

10. Israra li ser îdama girtiyên siyasî û pêknehatina reformên pêwîst di yasayên wan yên 40 salên berê de ku bi daxwazên vê serdemê re ku li hev nakin.

Û çendîn sedemên din yên ji sedî sed rejîma komara îslamî ber bi dawiyê ve bibe.

Belkî şensê herî mezin ji rejîmê re ew be ku bêyî şert û merc bi dewleta Amerîka re bikeve nav hevdîtinan û xwe ji krîza aborî xelas bike.

Ew ji bo xapandina raya giştî pirsgirêkên xwe dixin stûyê destwerdanên dewletên Amerîka, Îsraîl û Erebistana Siûdî. Lê êdî gel bi serhildan û heta şerê xwe yê nava kûçe û kolanên bajarên mezin, ji sinorê van gotinên vala derketine. Êdî rêyeke nû li ber gelên nav sînorên Îranê vebûye ku ew jî ‘şoreş li dijî rejîma meleyên oldar û dawîhatina rejîma mezhebî’ ye ku di 40 salên derbasbûyî de li hemû Rojhilata Navîn xwedî roleke neyînî bûye.

‘Îslama siyasî’ ya ku bêdestkeftiyên berbiçav li pey şoreşa sala 1979’an li her derê Îranê  belav bûn, nikaribû bibe bersiv ji wan dirûşmên zelal û xweş re ku rêberên olî li ser cîbicîkirina wan bi israr bûn. Kom û rêxistinên hizbulahî li Libnan, Afganistan, Filistîn, Iraq, Tirkiye, Sûriye, Yemen û hin welatên din bi piştgiriya hêza leşkerî û îmkanên diravî ên gelên Îranê ava bûne. Hêzên ku îro him li Libnan bi Îsraîl re dikevin nav hevdîtinên siyasî û hem jî li Sûriyeyê bêdeng in an jî derdikevin. Pêngavên ku bêyî pirskirina ji dewleta Îranê têne avêtin û encam jî didin.

Hez û daxwaza herî zêde a rayedarên desthilatê li Tehranê ‚destwerdana nav karê welatên îslamî li herêmê’ bûye ku êdî gel nikare van hewldanên wan bipejirîne. Hewldanên ku zêdetir di xizmeta mayîna rejîmên totalîter ên weke Beşar Esed li Sûriyeyê û bihêzbûna hizbûlaha Libnanê ne. Ew behsa dabînkirin an jî parastina aştiyê li welatên cîran dikin, lê êdî xwe weke ‘hêzeke herêmî ya xwedî bandor’ jî bi nav dike. Şerên berdewam li Yemen, Sûriyeyê, Iraq û gefên li ser welatên weke Erebistana Siûdî û Îsraîlê vê rastiyê bi me didin selmandin ku Îran hemû ‘yasayên navneteweyî’ bin pê kirine. Berevajî propagandeyên ku li ser ‚parastina aştî û asayişa navneteweyî’ dikin, siyaseta wan a şaş bûye sedem ku êdî ‘îzolekirina Îranê’ bikeve plana sereke ya welatên mezin li chanê. Rewşa heyî ya kembax dikare di demeke kin de dawiyê li desthilata 40 salên tije şer û kirîzên aborî bîne.

Yasayên navneteweyî û Îran

Lihevhatina sîstema komara îslamî bi yasayên navnetewî re ne mimkun e. Ji ber ku di dirêjahiya temenê xwe yê 40 salên derbasbûyî de Îran li dijî hemû mafên bingehîn ên jêr bûye:

1. Mafê jiyanê

2. Mafê beyankirina bîr û ramanê bi awayê azad an jî heta nîv azad

3. Mafê azadiya xweîfadekirinê

4. Azadiya ragihandinê

5. Liberçavnegirtina mafên kêmnetewên olî û etnîkî

6. Xizmetgûzariyên tenduristî û sirûştî ku jiyan ber bi rewşeke awarte ve meşandiye

Ji hêlekê bi hinceta: parastina mafê hemû misilmanên cîhanê’ hêza wan a leşkerî li hemû welatên weke Libnan, Iraq, Filistîn, Sûriye û Yemenê ye û ji hêla din jî di nav sinorên desthilata xwe de kurd, ereb û belûcên ku ji hêla etnîkî û mezhebî ve ji wan cuda ne, bi şêweyên herî giran rastî girtin, sivkatî, îdam û kuştinê tên.

Mixabin hejmoniya hakim bi ser civakê de bûye sedem ku gelên nav sinorên Îranê jî zêde şehrezayî polîtîk nebin an jî rewşa jiyana aborî bûye sedem ku xelk nikaribe rêyeke rast ji xwe re hilbijêre. Ji ber wê jî pirî caran pirseke wiha jî tê pirsîn: ‘bav û kalên me li cihê rejîma padişahî ya Mihemed Riza Pehlewî serî hildan, lê rejîma ku cihê sîstema berê girt ji wê xerabtir jî derket, niha kî an jî kîjan partiyên siyasî û bi kîjan tezmînê dê bikaribin cihê vana tije bikin? Dê ji wan xerabtir bin? Îcar ger dê wiha be, bila hema viha bimînin.’

Li gor yasayên navneteweyî Îranê bi li ber çavnegirtina çend xalên jor, bi hemû hêz û nasnameyeke hejmonîk re, xwestiye li Rojhilata Navîn weke ‘hêzeke mezin û xwedî şiyan’ ber bi pêşve biçe.

Li derveyî rewşa xerab a siyasî, li bajarên mezin ên weke Tehran, Isfehan, Meşhed, Tebrîz, Kirmaşan û yên din ji hêlekî nakokiyên civakî-exlaqî zêde bûne û ji hêla din jî fehşa, dizîyên mezin û biçûk, gendelîyên berpirsên dewletê ji bankên dewletî, rantxwarî, kişandina madeyên hişbir, bêliyaqetiya birêveberên nezan, kirîza avê ji bo karê çandiniyê û li hin deran jî bo vexwarina avê, binpêkirina mafên zarok, jin û keçên nûciwan, û hwd. tev bûne sedem ku nerazîbûn di çend mehên derbasbûyî de pir zêde bibin.

Kurd li Îranê dê çi bikin?

Di çend rojên derbasbûyî de ku li gelek bajarên mezin û hin herêmên durî navendê li Îranê meş û mîtîng li dijî rejîmê hatine organîzekirin, partî û rêxitinên siyasî li derve û di nav welat de ketina nav hewldanên mezin. Li hinek bajarên Kurdistanê yên weke Şino û Serdeşt jî şerên çekdarî çêbûne. Di nav hemû komên etnîkî de mirov dikare rihet bibêje ku civaka sivîl li Kurdistanê û partiyên kurdan, partiyên herî amade ne ku bikaribin di qadên cur bi cur de li dijî rejîmê şer bikin, lê hêza kurdan jî têr nake ku bikaribin rejîmê biguherînin. Çimkî di 40 salên bihûrî de hem Kurdistan hatiye mîlîtarîzekirin û him jî xêza sor a feqîriyê li wilayetên Kurdnişîn (Ûrmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û Kurdên Xorasanê) rewşa jiyanê xerabtir kiriye.

Ji hêlekê Seltenetteleb ku Riza Pehlewî serkêşiyê jê re dike, ji hêla din jî rêxistina Mucahidînê Xelq hene ku Meryem Recewî rêba wê ye, lê her du jî ji sedî sed li dijî hev in.

Xala balkêş ew e ku tevî rejîma hakim li Tehranê her du rêxistinên navbirî jî kurdan weke cudaxwaz dibînîn. Pirsa aktuel a niha ji hêla wan ve ew e: ‘Gelo hûn jî weke kurdên Tirkiyeyê, Iraq û Sûriyeyê cudaxwaz in?’

Cihê sosret ew e ku rayedarên Komara Îslamî ya Îranê jî bi tawana ‚cudaxwaziyê’ lîderên kurdan terorîze kirine û di karê îdama çalakvanên kurd de weke serdema Xelxalî berdewam in. Di terorîzekirina opozîsyonên xwe de sînor nas nekirine û heta li ser maseya hevdîtin an jî muzakereyan kesên weke Dr. Qasimlo û Şapor Bextiyar kuştine.

Di dirêjahiya xebata siyasî de li hemû rojhilatê Kurdistanê aliyê kurd rêbaza aştîxwaziya xwe daye îspatkirin. Kurd wek netewek azadîxwaz evîndarên çekên şer nebûne. Nexwestine law û keçên wan bêne kuştin, lê carna jî neçar bûne hebûna xwe biparêzin. Mînak jî ew rojên nexweş bûn ku Xûmêynî di 18.08. 1979’an de li dijî hemû kurdên şoreşger ‘fermana cîhad’ê da îlankirin.

Em ê heta ku cudaxwaz bin?

Pêwîst e bi bîra dewleta Îran, Mucahidînê Xelq û Seltenettelebên neteweperest bînim ku:

1. Heta roja ku hemû hêza aborî-siyasî li navendê xwedî gotina yekê û dawiyê be, kurd dê cudawaz bin.

2. Heya roja ku girtîgehên Îranê tije girtiyên siyasî ên kurd bin û îdam karê wan yê bêdawî be, kurd dê cudaxwaz bimînin.

3. Heya roja ku ‘Spahê pasdaran, Qasim Silêmanî û Êtlaata Îranê’ di nav sînor û derveyî sinorên Kurdistanê de xwedî îradeya kuştin û terorên takekeksî û komî bin, kurd dê bêdeng nemînin. Divê ev li ser xerîta siyasî ya Îran û Kurdistanê bêne tunekirine.

4. Kurd dikarin cudaxwaz bin heya dema ku dewleta navendî cihê xwe bide hikûmeteke sekular a pireneteweyî ku bi awayê federal bê îdarekirin.

5. Bi bêyî dîtina nasname û zimanê kurdî an jî taybetmendiyên me yê dîrokî, siyasî û neteweyî ku di pirî waran de me ji hev cuda dikin, belê em ê cudaxwaz bimînin. Divê zimanê min jî li kêleka zimanên kêmneteweyên din yên nav sînorê siyasî li Îranê bibe zimanê fermî ku li rojhilatê Kurdistanê 15 milyon kurd hene. ‘Zimanekî hevpar’ jî gelên Îranê yê bi dengê xwe hilbijêrin ka farisî be an ingilîzî.

6. Heta ala we xwedî wan sembol û nîşanan nebe ku bajarvaniya Med û nûnertiya hemû ol, mezheb, netewe, bîr û baweriyên gelên nav sinorên Îranê nebe, hezar elbet em ê cudaxwaz bin.

7. Heya wekheviya mafên jin û mêran di hemû qadên siyasî, civakî û aborî de neyêne dabînkirin, belê kurd dê şerê xwe li dijî bêedaletiyên we bidomînin.

8. Û ev der Kurdistan e û heya desthilateke demokratîk û sekular a dûr ji hemû tundî û tûjiyan li Îranê ava nebe, kurd dê di xebata xwe ya hemû alî de berdewam bin. Bila ji bîra we neçe ku li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê tenê di deh salên derbasbûyî de hêza kurdan guherandinên mezin, piralî û berfireh afirandine ku xizmeta herî mezin ji pêşkeftina demokrasiyê re kirine ku sedan sal e welatên îslamî nikaribûne wê zemînê biafirînin.

Hêviyên herî mezin ew in ku desthilatdarên îranî xwedî wê sewiya bilind a çanda siyasî bin ku bikaribin dil û mejiyê xwe ji guherandinên bingehîn re vekin û dûr ji îdam û dehan bi karên din yên çê, dewleteke demokratîk a ku îslam tê de dexaletê neke, ava bikin. Civaka Kurdistanê û hêzên siyasî jî ji bo van guherandinan amade ne.

 

Albuma Nûçeyê