CÎHAN

Îran avê li Iraqê qut dike

Dem : 11 Kewçer 2018 Pêncşem

Îranê bi fermana Elî Xûmeynî ava ku bi ser xaka Iraqê ve diçû, qut bikin da ku wê avê di 3 projeyên li başûrê rojavayê welat de bi kar bîne. Ji ber vê yekê jî dê pirsgirêka kêmbûn û qirêjiya avê li hinek bajarên Iraqê, di serî de Besra, zêde bibe.

Cîgirê wezîrê çandiniyê yê Îranê Elî Mûrad Ekberî got bi fermana Elî Xûmeynî dê 7 milyar metrekabik ji ava ku ber bi sînorê rojava û bakurê rojavayê Iraqê ve diçe, qut bikin. Her wiha teqez kir ku dê ew av di 3 projeyên sereke yên bi firehiya 550 hezar hektar li Xûzistanê û 220 hezar hektar li Xûzistan û Îlamê were bikaranîn.

Ji aliyekî din ve destnîşan kir ku bandora wan projeyan li ser berhemên çandiniyê yên welat heye û diyar kir ku kêmbûna avê yek ji zehmetiyên herî mezin e ku rastî wan tê û difikirin ku çareser bikin. Malpera Esir Îran li ser zimanê Ekberî diyar kir ku ew ê 8 milyar dolar bidin Wezareta Enerjî û Çandiniyê. TEHRAN

Albuma Nûçeyê