NÛÇE

ÎRA: Divê 192 rojnameger demildest bên berdan

Dem : 04 Tîrmeh 2018 Çarşem

ÎRA’yê rapora xwe ya meha hezîranê parve kir. ÎRA’yê da zanîn ku di meha hezîranê de hîn 192 rojnameger girtî ne. ÎRA’yê got ku li dijî dezenformasyona çapemeniya serdest û alîgir ku TRT û AA serkêşiya wê dike, divê gel li çapemeniya azad xwedî derkeve

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora meha hezîranê ya binpêkirina mafên rojnameger û çapemeniyê parve kir. ÎRA’yê  di raporê de balkişand ser binpêkirina mafên rojnamegeran ên di dema kampanyaya hilbijartinên 24’ê hezîranê de û destnîşan kir ku di serdema kampanyayê de bêtir zext li çapameniyê hat kirin.

‘AA û TRT manûpulasyonê dikin’

ÎRA’yê diyar kir ku bi çapameniya yekalî ya girêdayê hikûmetê weşaneke yekalî pêk hat û kampanyayên partiyên muxalefetê wek tune hatin hesibandin. Di berdewamê de jî ÎRA’yê da zanîn ku di serî de Ajansa Anadolu (AA) û TRT’ ya ku bi baca gel hatine damezirandin û weşanê dikin, cihê ku bi awayekî wekhev nêzî hemû partiyan bibe, wek berdevkên partiya desthilatdar tevgeriyane û ev nirxandin kir: “Dîsa hem ji bo diyarkirina encamên hilbijartinê tenê AA wek peywîrdar xebitî û hem jî bi weşana xwe manûpulasyoneke bê hesab pêk anî. Wisa bu ku bi kiryarên xwe ji nelirêtiyên ku di hilbijartinê de pêk hatin pirtir nelirêtî û bê dadiya weşana AA û TRT’ê bû mijara rexne û nirxandinên raya giştî.”

Xwestin rastiyê berovajî bikin

Di berdewamê de jî ÎRA’yê diyar kir ku di serdema kampanyaya hilbijartinê de saziyên weşanê yên wek berdevkê hikûmetê xwe peywirdar kirin tenê li dijî muxalefetê bêdadiya weşanê nekirin; wan di êrîşên bi ser muxalefetê de jî alîgiriya dewlet û hikûmetê kir û êrîşkaran bi weşanên xwe yên berovajî parastin. ÎRA’yê daxuyand ku bi van kirinên xwe jî zagonên pîşeyî yên weşangeriyê serobin kirine û wiha domand: “Di bûyera li Pirsûsê de ku malbata Şenyaşar ji aliyê namzedê parlamenterê AKP’ê yê Rihayê û malbata wî ve rastî êrîşê hatibûn û ji malbata Şenyaşar 3 kes hatibûn kuştin. Ji kuştiyan 2 jê li nexweşxaneyê bi awayekî hovane ji aliyê alîgirên vê malbatê ve hatin lînçkirin. Li gel ku tipa edlî got ‘Ev kes bi çek û alavên birînê hatine kuştin’ jî AA, TRT û çapameniya din ên alîgir bûyer an nedîtin an jî berovajî kirin û kujer parastin. Li gel ku dîmenên vê qirkirinê derket jî ev dîmen ji aliyê van sazî û dezgehên ‘çapameniya’ yekalî ya berdevkê AKP’ê ve hat birîn û xwestin bi vê yekê re jî bûyerê berovajî bidin fêmkirin.”

Çapemeniya azad tevî hemû êrîşan jî serî netewandîye

Di berdewamê de jî înîsiyatîfê xwe ku tekane rêya rizgarbûna ji vê dezenformasyonê û operasyona berovajîkirina rastiyê di her şert û mercan de xwedîderketina li zagonên çapemeniya azad e. ÎRA’yê got ku li dijî weşana yekalî ya di bin kontrola dewlet û desthilatdariyê de, helwesta herî rast weşangeriya rast û azad e û ev tişt parve kirin: “Ji ber vê wesîleyê ji mêj ve bûye hedefa desthilatdariyê û rastî her cureyên êrîş û talanê hatiye. Tevî van êrîşan jî serî li ber netewandine û gel bê nûçe nehiştine. Ji bo van hewldanên xwe yên pîroz ku pêk bîne jî gelek rê û rêbazên dewlemed bikar aniye.”

Binpêkirinên meha hezîranê

Di dawiya daxuyaniyê de jî ÎRA’yê binpêkirinên di meha hezîranê de wiha parve kirin:

 *Hêj 192 rojnameger di girtîgehê de ne

*2 rojnameger hatin binçavkirin

*2 rojnameger hatin girtin

*33 rojnameger hatin darizandin

*Rojnamegerek bi bihayê pereyê 1041 rojan hat cezakirin

* Li 7 rojnamegeran doz vebûn

*3 rojnameger ji dozên ku dihatin darizandin berat kirin

*Buroyeka çapê rastî serdagirtina polîsan hat û bi saetan li cihê serdagirtî lêgerîn kirin

ÎRA’yê bang li hikûmetê kir ku 192 rojnamegerên girtî ku 70 jê endamên wan in, demildest bên berdan.

Albuma Nûçeyê