NÛÇE

ÎRA: 192 rojnameger girtî ne

Dem : 03 Pûşper 2018 Yekşem

Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) bi daxuyaniyeke nivîskî rapora xwe ya meha gulanê aşkera kir. Înîsiyatîfê da zanîn ku li Tirkiyeyê 192 rojnameger girtî ne û ji van jî 70 jê yên ÎRA’yê ne.

Di daxuyaniya înîsiyatîfê de hat gotin ku di guherîna  serdemên rejîman û serdemên krîtîk ên birêxistinkirina civakan de çapamenî navgîneke stratejîk e û wiha domand: “Di van demên ku desthilatdar, rejîma xwe diyar dikin de heke armanca wan demokrasî û azadî be, stêrka guherîna wan û helwesta çapameniyê ya stratejîk li hev dike.”

Bi operasyonên cuda êrîşî çapemeniyê dikin

Di berdewamê de jî ÎRA’yê anî ziman ku rejîma AKP’ê û serokkomar xwe bi ‘Biryarnameyên Hukmê Qanûnê (KHK) û rejîma yek mirovî pênase dike û wiha got: “Vê yekê venaşêrin û bi aşkerayî diparêzin. Ew dijberê helwest û hewildanên demokrasî û azadiyan e. Bi operasyonên aborî dest danîn ser Dogan Holdîngê û bi operasyoneke leşkerî jî dest danîn ser Matbaaya Gun û Rojnameya  Ozgurlukçu Demokrasiyê. Bi operasyonên cur bi cur re jî êrîşî xebat û xebatkarên çapemeniya azad kir. Bi biryara dozgeran rojnameger hatin tewqîfkirin û xwestin ku bi vê yekê re tirsê biafirînin.” 

ÎRA’yê destnîşan kir ku êrîşên li ser çapemeniya azad berdewam in û wiha domand: “Di encama van êrîşan de hejmara endamên ÎRA’yê yên di girtîgehê de derket 70 kesan. Bi giştî niha 192 rojnameger li Tirkiyeyê girtî ne.”

Di rapora ÎRA’yê de daneyên gulanê wiha ne:

- 192 rojnameger di girtîgehê de ne 

- 6 rojnameger hatin binçavkirin 

- 4 rojnameger hatin girtin 

- Der barê 37 rojnamegeran de doz hatin vekirin 

- Der barê rojnamegerekî de biryara lêpirsînê hat dayîn

- 25 rojnameger hatin darizandin

- Der barê 3 rojnamegeran de 14 sal, mehek û 22 roj ceza hat birîn

- Rojnamegerek hate derpkirin

Di dawiya daxuyaniyê de jî înîsiyatîfê banga bidawîkirina êrîşan li hikûmetê kir û xwest ku rojnameger demildest bên berdan. AMED

Albuma Nûçeyê