CÎHAN

Îngilîstan dê 440 leşkerê din bişîne

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Kraliyeta Yekbûyî di çarçoveya NATO’yê de wê 440 leşkerê din bişîne Afganîstanê. Biryara Kraliyeta Yekbûyî hate ser wê demê ku Serokê DYA’yê Donald Trûmp ji hevalbendan alîkariyeke zêdetir xwestibû. Tê payîn ku civîna NATO’yê ya li Brukselê çarşemê bi tedbîrên jidiyayî dest pê bike. Di vê navberê de hate ragihandin ku London dê 440 leşkerî bişîne Afganîstanê. Serokê DYA’yê dixwaze lêçûnên leşkerî yên Ewropiyan heta 2024’an bibe ji 100’î 2 yê dewlemendiya navxwe ya welat a neteweyî. Trûmp hevalbendan xwe tawanbar dike ku li ser mijara lêçûnên leşkerî peymanê bi cih naynin.

Serokwezîra Îngilîstanê Theresa May got ku ji bilî şandina leşkeran a ji bo Afganîstanê her wiha yek ji wan 5 welatên endamên NATO’yê ye ku lêçûna wê gihîştiye ji sedî 2’an. Beşek ji leşkerên Îngilîz di tebaxê de û beşek jê dê sibatê were bicihkirin. Bi vî rengî hijmara leşkerên Îngilîz ên li Afganîstanê wê bibe 1.100’î. 16 hezar leşkerên NATO’yê li Afganîstanê hene. Ji van 13 hezar ên artêşa Amerîkayê ne. BRUKSEL

Albuma Nûçeyê