NÛÇE

Idlib di her kêliyê de li ber teqînê ye

Dem : 17 Kewçer 2018 Çarşem

Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît anî ziman, tevî peymana di navbera dewleta tirk û Rûsyayê de jî dê El Nusra û komên nêzî wê li gorî peymana herêma bêçek tevnegerin. Yîgît got ger Tirkiye li hemberî wan zextê bikar bîne dê rê li ber karesatên mezin veke. Yîgît destnîşan kir ku dewleta tirk ji bo mayîndekirina xwe ya li Sûriyeyê her tim dê van komên çete weke gefekê bikar bîne

Şerê navxweyî yê Sûriyeyê berdewam e. Piştî şerekî dijwar ku bû sedema mirina bi sedhezaran mirovan, niha hêdî hêdî ber bi dawiyê ve diçe. Piraniya komên çete ji gelek herêmên Sûriyeyê hatin derxistin û niha li Idlib û herêmên weke Cerablus, Bab, Ezaz û Efrînê hatine bicihkirin. Ji bo valakirina Idlibê a ji van koman jî, di navbera Îran, Rûsya û dewleta tirk de peyman tên îmzekirin. Li gorî peymana li Tehranê û herî dawî jî ya li Soçî, diviyabû ku dewleta tirk heta 15’ê cotmehê komên çekdar ji herêma bêçek derxistiba.

Lê tevî ku bi ser peymanê re 2 roj derbas bûn jî, hîn jî hinek komên çete ji wê herêmê venekişiyane. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di salên berê de jî komên çete yên li herêmên weke Heleb, Şam, Xuta, Hema û Humsê bi destê dewleta tirk hatibûn derxistin û li Idlibê hatibûn bicihkirin. Niha jî tê xwestin ku rêxistina terorîst a El Nusrayê (Heyet Tehrir El Şam) ku girêdayî El Qaîdeyê ye û komên din 15 km’yan ji herêma bêçek bên dûrxistin û li şûna wan jî hêzên Rûsyayê û dewleta tirk bên bicihkirin. Balkêş e ku di 8’ê cotmehê de Beşar Esad jî di hevpeyvînekê de lihevkirina Rûsya û dewleta tirk weke ‘peymaneke demkî’ pênase dikir û digot ku Idlib di destê terorîstan de ye.

‘Dê El Nusra guh nede Tirkiyeyê’

Der barê rewşa dawî ya li herêmê de pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît ji nûçegihanên MA’yê bi Bêrîvan Altan re axivî. Yîgît got ku komên weke El Nusrayê dê guh nedin dewleta tirk û wiha domand: “Ev kom berdana çekan red dikin. Biryara berdewama cîhadê dan. Di her kêliyê de dibe ku li Idlibê şer derkeve. Diviyabû ku di 15'ê cotmehê de Idlib ji komên çekdar bihata paqijkirin. Lê ne pêkan e ku Tirkiye bikaribe vê pêk bîne.”

Xetereya li pêşiya dewleta tirk

Hamîde Yîgît anî ziman komên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine birêxistinkirin dê ji herêmê vekişin lê dê yên mîna El Nusrayê dev ji çekan bernedin. Yîgît daxuyand ku dê Tirkiye nekare gotinên xwe bi El Nusrayê bide qebûlkirin û wiha pê de çû: “Biryara berdewamkirina cîhadê dane. Tirkiye ji bo ku xwe li Sûriyeyê mayînde bike dê dîsa dem bixwaze. Dê Tirkiye zextê li van koman bike û rastî bertekên hişk ên Tirkiyeyê bên. Ev yek jî dê ji bo Tirkiyeyê bibe karesateke pir mezin. Tirkiye ji bo ku xwe li wir mayînde bike, dê her tim bi komên çekdar gefan li Ewropayê û rojhilatê Firatê bixwe.”

Vekirina deriyên sînor

Herî dawî jî Yîgît bal kişand ser deriyê ku di navbera Sûriye û Îsraîl û Urdunê de hatiye vekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Deriyên ewil ên cîhadê ku li Sûriyeyê vebûn, li rewşa asayî vedigerin. Piştî 7 salan, yekem car e ku deriyê sînor ê Kunaytra û Derayê vedibin. Ev derî vedibin Tirkiyeyê.”  ENQERE

Albuma Nûçeyê