ÇAND Û HUNER

Hunermendî - II Xelîl Xemgîn Nivîsand

Dem : 08 Sermawez 2018 Pêncşem

Di vê serdema ku hemû civak ser û bin diçelqin û dihejin de, bi baweriya min, di afirandina kesayeta civakî de, tevgera azadiyê çavkanî û lêvegera herî hemdem, yekane û ewle ye. Di van çil salên dawiyê de, vê lêvegera felsefî û bîrdozî qet nebe, kesayetek serbixwe, xwebûnek haydar û rêbazek parastina mirovahiya resen ava kiriye. Ne tenê ji bo civaka me, ji bo hemû mirovahiyê şêwaz û modêlek bi mînak damezirandiye. Çavkaniya bîrdozî ya Tevgera Azadiyê însan e.

Ji sedî sed ji vê rastiyê bi bawer im ku sal û demên pêş de ev lêvegera felsefî û bîrdozî, ji bo  gelan û civakan ê bibe çavkaniya lêgera çareseriyê. Ji bo hemû pirsgirêk û qeyranên mirovahiyê, fikir û ramanên Rêber Apo wê bibin çavkaniya lêveger a qasidên lêkolînêr û lêgera çareseriya pirsgirêkên mirovahiyê. Nexwe, ji bilî vê yekê qeyranên civata mirovahiyê, ji çavsorî û wehşeta moderniteya kapîtalîst de, ji feodalîzma kevinperest, ji destpotîzma netewdewlet de, heta harbûna şehweta desthlatdariya idolojiyên kevinperest û tunderew, ji xerckirin û talankirina çavkaniyên aborî û sohtandin û texrîbatên li ser xwezayê. Ka çend fikir, raman û alternetifên çareserî ên pergala serdestên cîhanê hene?

Îro em xwediyê van nirxên mezin in, lê mixabin, hîn piraniya me, em ne di ferqa vê yekê da ne. Xemsarî nexweşiya me ya klasîk e.

Pirsa “dîrok xwe dubare dike” tê bîra mirov: gelo raste, mîna Salahedînê Eyubî, edalet û maf, aştî û hiqûqa dinyayê em ê ava bikin. Lê gelo dîsa em ê ji van nirxan bêpar bimînin? Ger em vê “klasîka” xwe wilo bidomînin, bi dîtina xwe û bi mixabînî dibêjim: Erê. Ji ber ku piraniya me, ne di ferqa gewherê vê nirxa giranbûha de ne. Beşek jî di ferqê de ye lê li pey berjewendiyên biçûk ketine.

Ger ev şoreşa neba nêçîrvanên sud wergêr, manfatperestan, bazirgan û maldaran jî, nikarîn xwe li ber hovîtiya pergalên dagirker bigrin. Dixwazim serpêhatiyeke Selahaddîn Soro bi we re parve bikim. Soro vexwendine semînera karmend û bazirganan. Piştî axaftin û şîroveyan mirovek ji çenteyê xwe pirtûka Ocalan derdixe û dibêje; kurd naxwînin. Soro dixwaze helwesta wî hîn bibe û vê pirsê dipirse; Tu mirovekî karmend û bazirgan î çi pêwîstiya te xwendina vê pirtûkê heye? Got ez kar û barê xwe li gorî demê rêve bibim, çareseriyan bi dest bixim pêdiviya min bi van ramanan heye.

Kambaxiya herî mezin di vê serdemê de xwe diyar dike û ev jî beşa kesên tenê ji ber dikin û dirûşman berz dikin  û populîst in. Di vejîna nirxên şoreşê de herî zêde ew pirsgirêkan dijîn. Derd û merema hinek kesan berjewendiyên takekesî ne û êdî civak jî wan nas dike. Lê bi ser navê bîrdoziyê tevdigerin, nûnertiya resen bi cih naynin, mixabin kambaxî di vê xalê de ye.

Nûnertiya resen ji exlaq, wijdana mirov dest pê dike. Ger tu bi fikir û ramanê bîrdoziyekî bawer kiribe, pêwîste mirov zanibe  û mirov mecbure li hemberî vê bîrdoziyê nûnertiya xwe ya exlaqî ji dil bi cih bîne. Ger wisa ne be wê demê mirov durûtiyê li civat û bîrdoziya xwe dike.

Xwendevanên hêja, em ê vê mijarê bidomînin,  lêbelê bi boneya meha mijdarê dixwazim van hestan bi we re parve bikim; di ezmûna 40 salî de teqez bûye ku kesên demogog, jiberker (ezbercî) û populîst ku xwestine vê rêbazê li gorî xwe veguhezînin hemû têk çûne.

Albuma Nûçeyê