ÇAND Û HUNER

Huner li dijî pençeşêrê

Dem : 18 Tebax 2018 Şemî

Şêwekar Nisar Emîn li Emnesoreke ya Silêmaniyê, pêşangeheke tabloyên xwe vekir û dahata ji wê pêşangehê jî ew ê ji bo nexweşên pençeşêrê bibexşîne.

Li Muzexaneya Emnesoreke ya Silêmaniyê Şêwekar Nisar Emîn bi şîara ‘Jiyan û hêvî’ ji bo alîkariya nexweşên pençeşêrê pêşangeheke hunerî vekir. Ew ê dahata pêşangehê bibexşîne ji Nexweşxaneya Hîwayê re. Pêşangeh îro jî dê vekirî be.

Di pêşangehê de 50 tabloyên bedewiya xwezayê, werzên salê, jin û xweşikbûna wan, tên nîşandan. Bi hunerê jin xwe û xwezayê rave dike. Şêwekar Nisar Emîn ji Silêmaniyê ye û ev du sal in ku karê huner dike. Herwiha dîzaynera cil û bergên Kurdî ye jî. Hinek tabloyên xwe bi qumaş û gulan çêkirine.

Di hemû tabloyên wê de jin hene. Şêwekar Nisar Emîn li ser vê mijarê dibêje; “Xweşikbûn û pîrozbûneke jinan heye, weke xwezayê. Dema ku vê nexweşiyê digirin, beşek ji lebatên xwe ji dest didin. Min jî xwest bi rengan rave bikim.”

Şêwekar Nisar Emîn der barê sedemên vekirina pêşangehê ji bo hevkariya nexweşên pençeşêrê jî got; “Min di warê aborî de nedikarî alîkariya wan bikim. Lê, min dikarî bi reng û çêkirina wêneyan xizmeta wan bikim. Hestê xwe yê mirovî nîşan bidim.” SILÊMANÎ

Albuma Nûçeyê