CÎHAN

HSD’ ê DAIŞ xistiye çemberê

Dem : 05 Pûşper 2018 Sêşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban bal kişand ser hemleya HSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê yên li ser sînorê Sûriyeyê û Iraqê, dosyeya başûrê Sûriyeyê û lihevkirina di navbera dewletên mezin de, her wiha nerazîbûna partî û komên kurdî der barê destwerdana artêşa tirk di xaka Iraqê de

Rojnameyên ereban di der barê rewşa Sûriyeyê de hemleya HSD’ê ya li dijî DAIŞ û dosya başûrê Sûriyeyê girtin dest. Di heman demê de aloziya li Urdunê, destwerdana Tirkiyeyê ya xaka Îraqê û qutkirina avê li ser Îraqê, her wiha avakirina hikûmeta Lubnanê, dosyeya Yemenê û her wekî din hatin rojevkirin.

Rojnameya El Heyat der barê hemleya HSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê sernavê “HSD’ê li sersînorê Iraqê DAIŞ xistiye çemberê” avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hêzên HSD’ê diyar kirine ku hêzên wan DAIŞ li herêmeke biçûk a li ber sînorê Sûriye-Iraqê xistine çemberê.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de jî got ku hêzên HSD’ê 21 kîlometre ji sînorê Sûriye û Iraqê ji parêzgeha Dêrazorê ya rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistiye û wiha dom kir: “Fermandarê Melcisa Leşkerî ya Dêrazorê Xelîl Wehiş El Nimir da zanîn ku hêzên HSD’ê bi awayekî koordînekirî bi hêzên Iraqê re pêş ket û gundê Baxoz Tehtanî ji çeteyan rizgar kir. El Nimir da zanîn ku DAIŞ êdî di herêma 30 kîlometre de di navbera bajarokê Hecîn û bajarokê El Sûsa, gundê Baxoz Foqanî û El Bûhesen de ketiye çemberê.”

Rewşa başûrê Sûriyeyê

Rojnameya El Qudis El Erbî der barê rewşa başûrê Sûriyeyê de sernavê “Başûrê Sûriyeyê di nava tevliheviyê û daxuyaniyên dijber ên Esad û Moskov ên der barê hebûna Îranê de” avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku civîna sê alî ku tê payîn hefteya pêş li ser asta wezîrên karê derve der barê aloziya Sûriyeyê di navbera Rûsya, Amerîka û Urdun de were lidarxistin, di rewşeke ne diyar a der barê herêma Başûr de pêk tê. Agahiyên berovajî hev derdikevin dibêjin ku di rojên dawî de itîfaqek derketiye dibêje ku dê rê were dayîn ku Artêşa Sûriyeyê herêmên başûr careke din bixe dest û wiha dom kir: “Ev yek dê beranberî ku hêzên Îranê û çekdarên biser wan ve û bi taybet Huzib El Ah li herêmê bi cih nebin.” Rojnameyê got ku çavdêr dinirxînin ku başûrê Sûriyê yek ji kilîtên çareseriya aloziya Sûriyeyê ye û wiha dirêjî da nirxandinên xwe: “Cihê başûr ku sînorê Urdun û Îsraîlê digire nava xwe pir girîng e û stratejîk e. Lewma dibe cihê hêviyên Îranê ku li wir hebûna xwe fireh bike. Çavdêr dinirxîn in ku çareseriya aloziya başûr dibe ku bibe riya çareserkirina aloziya tevahî Sûriyeyê.”

Îran bi tirs e

Rojnameyên ereban rewşa hebûna Îranê ya li Sûriyeyê jî şopandin. Rojnameya El Heyat der barê mijarê de sernavê “Îran hêzên teqwiye li çolistana Sûriyeyê bi cih dike da ku rêya Tehran-Beyrûtê bi ewle bike” avêt. Rojnameya El Şeriq El Ewset jî der barê mijarê sernavê “Tehran ji niyeta Pûtîn û Esed bi tirs e” avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku rêjîma Îranê ji niyeta serokên Sûriye û yê Rûsyayê bi tirs e û wiha dom kir: “Saziyên ragihandinê yên Îranê Rûiya ji ber helwesta wê ya der barê mijara hebûna Îranê ya li Sûriyeyê rexne dike.”

Tirkiye û aloziya avê bi Iraqê re

Rojnameya El Heyat li ser aloziya Iraq û Tirkiyeyê ya avê sernavê “Iraq Tirkiyeyê tewanbar dike ku tifaqa avê ya Dîcleyê bin pê dike” avêt. Rojnameya El Şeriq El Ewset jî der barê mijarê de sernavê “Aloziya avê li Îraqê ji ber bendava Ilisu kûrtir dibe” avêt.

Rojnameya El Heyat der barê rewşa Iraqê sernavê “Di aliyê stratejîk de vexwendinên xwarinê di vekirina şêfreya hikûmeta Îraqê ya nû de, têk çû” heman rojnameyê der barê rewşa Iraqê de sernavê “Partiyên kurdî Iraq û Hewlêrê bi bêdengiya der barê destwerdana Tirkiyeyê de tewanbar kir” avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de de got ku hin hêzên kurdî metirsiya ji dagirkeriya Tirkiyeyê anîn ziman û wiha dom kir: “Dewleta tirk li herêma Kurdistanê di xaka Iraqê de pêş ve diçe. Hin hêzên kurdî hikûmetên Hewlêr û Bexda, her wiha civaka navdewletî bi bê dengiyê tewanbar kir.”

Albuma Nûçeyê