NÛÇE

HPG’e li Çarçellayê çalakiyeke bi bandor pêk anî

Dem : 29 Tebax 2018 Çarşem

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li gelek herêman li dijî hêzên artêşa tirk çalakiyên bi bandor pêk anîye. HPG’ê da zanîn ku di encama çalakiya li Çarçellayê de herî kêm 15 leşker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) têkildarî şer û pevçûnên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan li herêma Çarçellayê çalakiyeke berfireh pêk anîye û di çalakiyê de derbên giran li hêzên artêşa tirk hatine xistin.

HPG’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li bejahiya Geverê çalakiyeke bi bandor pêk anîne û hûrgiliyên çalakiyê wiha vegot: “Di 27'ê tebaxê saet di 15:10'an de hêzên me li dijî hêzên dagirker ên li ser girê Meclisê yê li herêma Çarçella ya Gever a Colemêrgê çalakiyek pêk anî. Çalakî ji du baskan ve pêk hat û 3 çeper û stargeheke dijmin bi  temamî hat rûxandin. Hêzên me bi rengekî fedayî xwe gihandin ser gir û di çalakiyê de 15 leşker hatin kuştin.”

Kuştî û birîndarên xwe bi helîkopteran rakirin

Di berdewamê de jî HPG’ê diyar kir ku di heman çalakiyê de gelek leşker jî birîndar bûne û wiha domand: “Di çalakiyê de hevalê me Mûsa Rojdî ku bi rengekî fedayî bi ser çeperên dijmin ve çû, bi lehengî şer kir û şehîd bû. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi obûs û hawanan bombe li herêmê barand. Piştre jî bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov û helîkopterên êrîşê yên Kobra, termên xwe û leşkerên birîndar bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakirin. Piştî ku mirî û birîndarên xwe rakirin, li herêmê dest bi operasyonê kir.”

Hûrgiliyên çalakiyên li herêmên cuda

HPG’ê di berdewama daxuyaniyê de çalakiyên din ên li herêmên din jî wiha parve kirin: “Hêzên me di 28'ê tebaxê de li herêma Bradostê ya Sidekanê, li dijî hêzên dagirker ên li ser girê Lêlîkanê çalakiyekê pêk anî. Ji çar baskan ve li gir hate reşandin û di encamê de 5 çeper hatin rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin, leşkerek hate kuştin û yek jê fermandar 4 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê jî hêzên dagirker li herêmê bombe barandin. Di encamê de jî sewalên welatiyan telef bûn. Di 18'ê tebaxê de jî artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Pîrejman a Licê ya Amedê dest bi operasyonê kir. Operasyon bêencam vegeriya. Di 10'ê tîrmehê de jî hêzên me li dijî yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker a li ser girê Tîm ê navçeya Licê çalakiyek lidar xist. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên ku di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.”

Nasnameya gerîlayê ku li Geverê şehîd bûye

Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayê li Geverê şehîd bû wiha ye: “Bedrî Bozkûrt (Mûsa Rojdî) li Şirnexê ji dayik bûye û di 27’ê tebaxa 2018’an de jî li Colemêrgê şehîd bû.” BEHDÎNAN

Albuma Nûçeyê