NÛÇE

HPG’ê der barê sîxurtiyê de hişyarî da

Dem : 03 Tîrmeh 2018 Sêşem

Fermandariya HPG’ê ya Eyaleta Serhedê li ser karên ‘sîxuriyê’ yên dewleta tirk ên li Kurdistanê bi taybetî jî li Serhedê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Fermandariyê ragihand ku dewleta tirk a ku nikare li hemberî gel bi ser bikeve, niha jî bi serkêşiya tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bi awyekî bê perwa êrîşî dibe ser gelê kurd û destkeftiyên wê.

Fermandariyê îşaret bi kiryarên faşîzan ên li derveyî mirovahiyê kir û ev tişt got: “Di çarçoveya şerê taybet de dewletê bi gef û şantajê hewl dide mirovan bike sîxur. Bi taybetî mirovên me yên ku ji aliyê madî ve tengav in û haya wan ji rastiya dijmin nîne, dibin hedef. Ev kesên ku bûne sîxur, bi navê şivan an jî gundiyan li qadên gerîla digerin û cihên gerîlayan ji dijmin re radigihînin. Her wiha îxbara gel jî dikin.”

Her wiha fermandariyê bang li gel kir ku li dijî van polîtîkayan hadar bin û hişyarî da ew kesên ku karê sîxuriyê dikin û xwest tavilê dest ji karê sîxûriyê berdin.

Hêjayî gotinê ye di 26’ê hezîranê de li Bazîda Mûşê kontrayê bi navê Mevlut Bengî ku ji 2015’an ve karê sîxuriyê dikir û tiliya wî di şehadeta gerîlayan de hebû, ji aliyê gerilayan ve hat cezakirin.

4 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê ragihand. HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên li Colemêrg û Mêrdînê de 4 leşkerên tirk hatine kuştin û got ku hêzên wan li Bedlîsê jî derb li yekîneyek kontra xistiye lê hejmara kuştiyan nehatiye zelalkirin.BEHDÎNAN

Albuma Nûçeyê