NÛÇE

HPG der barê çalakiyan de agahî dan

Dem : 06 Tîrmeh 2018 În

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî çalakiyên gerîlayan û operasyonên artêşa tirk agahî dan.

HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên wan ên YJA-Starê di 4’ê tîrmehê de li dijî artêşa tirk ku li girekî ewlehiya rêya qereqola Bezelê ya Şemzînana Colemêrgê pêk dianîn, çalakiyek li dar xist û wiha got: “Hêzên me ji 4 aliyan ve li vî girî dane û 3 kon îmha kirine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin. Di heman rojê de hêzên me saet di 14.00’an de cara duduyan li vî girî dane. Di vê lêdanê de jî hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin.”

HPG’ê destnîşan kir ku di 27’ê hezîranê de artêşa tirk li Pasûr, Farqîn, Karaz, Licê û Hezroya Amedê û di 2’yê tîrmehê jî li Pulumura Dêrsimê operasyoneke berfireh daye destpêkirin lê bêyî ku encam bigirin vekişiyane. BEHDÎNAN

Albuma Nûçeyê