NÛÇE

HPG: Li Çelê 6 leşker hatine kuştin

Dem : 10 Kewçer 2018 Çarşem

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de çalakiyên xwe yên li dijî hêzên dagirker ên tirk didomîne û ev agahî parve kir: “9’ê Cotmehê hêzên me li dijî leşkerên li Girê Koordîne yên girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kir. Di çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin. Roja 8’ê cotmehê hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li Qereqola Şikêra ya Çelê çalakiyeke sekvaniyê kir. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Her wiha di heman rojê de hêzên me yên YJA Star saet di 14:40’î de li dijî hêzên dagirker ên li Girê Sikêrê Spî ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi cih bibûn çalakiyek pêk anî. Lê hejmara kuştî û birîndar nehat zelalkirin.” BEHDÎNAN

Albuma Nûçeyê