NÛÇE

HPG: Di çalakiyên gerîlayan ên Colemêrgê de 8 leşker hatin kuştin

Dem : 11 Tebax 2018 Şemî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan a li Colemêrgê daxuyayeniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku artêşa tirk ev demeke di nabera gundê Bêjinê û Mawa yên navçeya Şemzînanê de rêya ewlehiyê çêdike û wiha got: “Hêzên me şexsê bi navê Bedel Demîr yê ku îhaleya rê girtibû berê jî hişyar kirîbûn. Tevî hemû hîşyariyan jî ev şexs dest bi xebatên çêkirina rê kiriye, hêzên me roja 8’ê tebaxê wesayîteke tîpa amarog û alavên têde yên girêdayî vî şexsî di navbera gundên Bêgijnê û Mawayê şewitand.”

Li herêmê şerên giran qewimîn

Di berdewamê de HPG’ê di 9’ê tebaxê de hêzên wan li dijî qereqola Sunê ya herêma Rûbarok a Şemzînanê çalakiyek pêk anîne û di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin û ev agahî parve kir: “Heman rojê seat di 11:00’an de hêzên me li girê Koordîne yê Çelê li dijî artêşa tirk çalakiyek li dar xist û 7 leşker hatin kuştin. Her wiha şeva 8’ê tebaxê artêşa dagirker li herêma gundê Meskan ê Geverê operasyonek da destpêkirin. Sibeha 9’ê tebaxê di navbera yekîneyeke me ya dema ku li ser erka xwe bûn û hêzên dagirker de şerekî giran derket. Di vî şerî de rêhevalên me Reşîd û Rizgar heta guleya xwe ya dawî bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn. Dê nasnameya hevalên me piştre were parvekirin.”

2 gerîla şehîd bûn

Her wiha daxuyaniya HPG’ê wiha bi dawî bû: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de, hêzên me roja 7’ê tebaxê seat 07:00’an li dijî wesayîteke tîpa kobra ya zirxî di navbera gundên Bilisava û Birabeder yê navçeya Payîzava ya Wanê çalakiya sabotajê li dar xist. Di navbera hêzên me û dijminê ku teknîka giran bikar tîne şerekî giran derket. Di vî şerî de rêhevalên me Cemîl û Çiyager li dijî dijmin bi fedaî şer kirin û şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên rêhevalên me yên şehîd dê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.” BEHDÎNAN

Albuma Nûçeyê