CÎHAN

Hişyariya Hurmuzê li Îranê hat kirin

Dem : 10 Tebax 2018 În

Rêveberiya Washingtonê got ew biryardar in ku çûnûhatina li Tengava Humuzê bi baldariyeke derasayî ewle bikin. Rejîma Îranê hefteya bihurî beriya ku danekirinên DYA’yê dest pê bikin li Kendavê tetbîqatek kir. Ev tetbîqat li derveyî teqwîma hînbûyî çêbû. Tetbîqatên wiha bi giştî payizê dihatin kirin.

Fermandarê Hêzên Rojhilata Navîn ê DYA’yê General Joseph Votel bi daxuyaniyeke çapemeniyê got, “ Bi vê tetbîqatê dixwazin peyamekê bidin me’’. Li gorî Votel rejîma Îranê li vê tengava stratejîk xwest kapasîteya xwe nîşan bide. Ji sedî 30’yê petrola cîhanê bi rêya deryayê di Tengava Hurmuz re derbas dibe.

Generalê Amerîkî got ku Îran li vê herêmê xwedî mayin, keştiyên teqîner, moşek û radaran e. Votel got li gel vê jî ‘ew tim amade ne’, ‘hemû tevgeran dişopînin’ û peywira wan a sereke ew e ku çûnûhatina li tengavê û azadiya bazirganiyê ewle bikin. Votel got, ‘’Ew ê hewl bidin ku vê ewlehiyê li hemû herêmê pêk bînin.’’

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî beriya bi mehekê gotibû ku ew dikarin Tengava Hurmuzê bigirin. Rûhanî, ‘’Em her demê garantöre ewlehiya tengavê ne, destê xwe nexin kuna mozê, hûn ê poşman bibin.’’ WASHINGTO

Albuma Nûçeyê