NÛÇE

Hişyariya girîng: Xwe ji germahiyê biparêzin!

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Germahiya li Kurdistanê û herêmê her ku diçe dijwartir dibe. Bi bilindbûna pileya germê re jî welatî rastî talûkeyên mezin tên. Hevseroka SES a Amedê Gonul Adibellî welatî hişyar kirin û diyar kir ku ger pir lezgîn nebe divê welatî di nava rojê de dernekevin derve

Germahiya li Amedê niha li ser pileya normal a demsalê ye. Li bajar germahî digihêje 41-42 dereceyan.  Ji ber vê yekê jî welatiyên Amedê gelemperî diçin cihên şînkahî û bi vê rêbazê hewldidin xwe ji germahiyê biparêzin. Lê li hêla din jî talûkeyên vê germahiyê hene. Têkildarî bandora hewayê germ û tîrêjên bi zirar ên rojê ku dê di demên pêş de temamiya Kurdistanê û herêmê bandor bike, Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tendurîstî û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê Gonul Adibellî axivî. Adibellî diyar kir ku dê germahî, ji germahiya demsalên din cudatir be.

Gonul Adibellî destnîşan kir ku li dijî germahiya mezin, divê gel xwe ji rojê biparêze û germahiya rojê jî dibe sedema hinek nexweşiyan. Adibellî diyar kir ku bi taybet jî divê nexweşên tansiyonê dernekevin derve. Di berdewamê de jî Adibellî daxuyand ku herî zêde kal, pîr û zarok ji germahiyan bi bandor dibin.

Cil û bergên pembo û spî ber bikin

Adibellî got ku di navbera 12.00 û 14.00’an de divê zarok, kal û pîr dernekevin derve û wiha pê de çû: “Divê cil û bergên pembo û spî lixwe bikin, av bê vexwarin û kremên ku mirov ji tavê diparêze bên bikaranîn. Divê rojê herî kêm 3 lîtreyên avê bê vexwarin.”

Saetên kar li gorî rojê diyar bikin

Adibellî bi bîr xist ku herî zêde karker rastî tîrojên rojê tên û ev pêşniyare ji bo karkeran jî kirin: “Rojê herî kêm divê 3 lîtreyên avê vexwin. Ji bo xweparastina ji tîrojên rojê jî divê kar li gorî saetên rojê bê amadekirin.”AMED

Albuma Nûçeyê