CÎHAN

Hikûmeta Macron paşve gav avêt

Dem : 06 Berfanbar 2018 Pêncşem

Çalakiya Êlek Zeran a li hemberî bihabûna sotemeniyê ya li Fransayê, roj bi roj mezin dibe. Tevî ku hikûmetê paşve gav avêt û diyar kir ku dê di temamiya sala 2019’an de zem li sotemeniyê neyê kirin jî, Êlek Zeran ji bo roja şemiyê banga daketina qadan kir

Li Fransayê di 17’ê mijdarê de bi tevlêbûna bi hezaran çalakvanan, li hemberî zema ku dê hikûmeta Macron li sotemeniyê bike, çalakî hatin lidarxistin. Çalakvanên ku weke ‘Êlek Zer’ tên naskirin, di hefteya 3’yemîn de jî çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakiyên ku li hemberî zema benzînê derketin, roj bi roj mezin bûn û li gelek bajarên Fransayê belav bûn. Li ser mezinbûna çalakiyan re jî hikûmeta Macron paşve gav avêt.

Di roja sêşemê de serokwezîr Edouard Philippe da zanîn ku dê zem 6 mehan şûnde bikevin meriyetê  û duh jî da zanîn ku zema ku dihat payîn dê ji bo sotemeniyê bê kirin, betal kirine. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di çalakiyên ku ji bo protestokirina bihayê sotemeniyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da.

Banga çalakiyê kirin

Serokwezîr Philippe di axaftina xwe de anî ziman ku hikûmet ji diyalogê re vekirî ye û vê niyeta xwe jî bi derxistina zema sotemeniya ji butçeya sala 2019’an re nîşan dide. Bi vê re jî cara yekeme ku hikûmetê paşve gav avêt û da zanîn ku baca nû dê ji bo temamiya sala 2019’an bidin sekinandin. Lê tevî vê daxuyaniya hikûmetê jî Êlek Zeran ji bo roja şêmiyê banga çalakiyan kir.  PARÎS

Albuma Nûçeyê