NÛÇE

Hikûmeta AKP-MHP’ê li girtîgehan binpêkirinên dijmirovî dike

Dem : 04 Kewçer 2018 Pêncşem

Li Girtîgeha Jimarên 1,2,3 û yên Tîpa T ya Tarsûsê binpêkirinên mafan di lûtkeyê de ne. Hat zanîn ku li hemberî van binpêkirinan jî girtî ev 15 rojin di greva birçîbûnê de ne. Her wiha girtiyên li Girtîgeha Tîpa M ya Jinan a Baybûrtê jî xebatkar tif dikin nava xwarina girtiyan, zextên giran li girtiyan tê kirin û rêveberî li ser girtiyan sîxurtiyê ferz dike

Binpêkirinên hikûmeta AKP-MHP’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam in. Girtî rastî binpêkirinên keyfî tên û ji mafên xwe yên herî xwezayî jî tên mehrûmkirin. Yek ji girtîgehên ku herî zêde rastî van binpêkirinan tên jî Girtîgeha Tarsûsê ye. Hat zanîn ku li girtîgeha Tarsûsê girtiyên nexweş nayên dermankirin. Her wiha li Girtîgeha Baybûrtê jî tif li xwarina girtiyan tê kirin û kêzikan dixin nav xwarina wan.

Li Kampûsa Saziyên Înfazkirina Sûc a Tarsûsê zextên li ser girtiyan di asta herî jor de ne. Têkildarî binpêkirinên li girtîgehê, girtiya bi navê A.Y. ku demek berê hatibû berdan ji nûçegihanên MA’yê bi Hamdullah Kesen re axivî. A.Y. destnîşan kir ku li Girtîgeha Jimarên 1, 2 û 3 yên Tîpa T ya Tarsusê binpêkirina mafan ên micid hene û wiha dom kir: “Girtiyên bi navên Remzî Akyurek û Suncan Gedîk ji bo bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehê û tecrîda li ser Ocalan ev 15 roj in di greva birçîbûnê ya bê dem de ne. Hevalên din jî dê bi awayekî dorveger piştgiriyê bidin grevê.”

Bi pereyê xwe avê dikirin

Di berdewamê de jî A.Y. da zanîn ku nexweş nayên dermankirin û ev agahî dan: “Tevî ku sewqên hevalên girtî yên nexweşxaneyan tên derxistin jî lê wan nabin. Ava girtîgehê nayê vexwarin. Bêhna pîs jê tê. Ji roja ewil ve av wisa ye. Lê em neçarbûn ku wê avê bi kar bînin. Me bi pereyê xwe av dikirî û vedixwar. Girtiyên ji doza PKK’ê bi girtiyên DAIŞ û FETO’yê re derdixînin hevdîtinan. Gardiyan her tim li pey provakasyonane û ceza, îşkence û lêgerînên keyfî dikin.” Têkildarî mijarê nûçegihan li rêveberiya girtîgehê geriya lê bersiva pirsên wan nehat dayîn.  

Bi guherandina midûr re zext zêdetir bûn

Her wiha li Girtîgeha Tîpa M ya Jinan a Baybûrtê jî girtiya bi navê Berîvan Bayindir binpêkirinên mafan û zextên ku li girtîgehê tên kirin bi malbata xwe re parve kir. Bayindir da zanîn ku beriya bidawîbûn Rewşa Awarte midûrê girtîgehê hatiye guherandin û bi vê re jî binpêkirinên li girtîgehê zêde bûne. Bayindir ragihand ku ev 3-4 mehin hevdîtinên vekirî tên astengkirin.

Sîxûrtiyê li girtiyan ferz dikin

Bayindir got ku xebatkarên girtîgehê tifî xwarina wan dikin û ev tişt anî ziman: “Kêzikan dixin nav xwarinê. Lêgerîna tazî li me ferz dikin. Dest datînin ser pirtûk û nameyên me. Ji nişkanve bi ser qawîşan de digirin, amûrên me belav dikin û li me heqaretê dikin. Hevdîtinên me yên bi telefonê tên bisînorkirin,  di hevdîtinên vekirî de jî nahêlin em bihevre biçin. Nahêlin em malbatên hevalên xwe silav bikin û girtekan digirin. Nahêlin em biçin hewşa girtîgehê û sporê bikin. Sewqên me yên nexweşxaneyan nayên kirin an jî dereng tên kirin. Li nexweşxaneyê bi awayekî kelemçekirî muayeneye li me ferz dikin. Nahêlin em encamên tehlîlan bistînin. Der barê nexweşiya me de agahiyan nadin. Dixwazin em belgeya ‘em poşman in’ îmze bikin. Sîxurtiyê li hevalên me ferz dikin.” EDENE - BAYBÛRT

Albuma Nûçeyê