JIN

Hikûmet hesasiyetên gel bi kar tîne

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Endama Komîsyona Jin û Zarokan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Gulesra Gullu bal kişand ser zêdebûna tecewaz û revandina zarokan ên di demên dawî de ketine rojevê.

Gullu anî ziman ku li Tirkiyeyê mafên zarokan nayên parastin û wiha got: “Ji bo zarokên ku winda dibin û rastî tecewizê tên, perwerdeyek xurt a rehabilîtasyonê tuneye. Di demên dawî de li dijî tecawizên zarokan tim nîqaşên darvekirin û xesandinê tên kirin. Ev ji çareseriyê dûr in. Ji ber ku hikûmet li dijî tundiya jinan û tecawizê bêçareserî maye, hewl dide serî li rêbazên darvekirin û xesandinê bide. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, civak sewqkirina rêbazên hovîtiyê, ne çareserî ye. Niha di hiqûqa cezayê de, li dijî tundî û tecawizê ceza hene, lê bi cih nayên û cezayên kêm didin failan. Ev bi serê xwe pirsgirêk e.”

Gullu destnîşan kir ku ji bo pêşîlêgirtina sûcên zayendî pêdivî bi qanûnên perwerdekar û adilane heye.

Jinên Îzmîrê jî bertek nîşanî nîqaşên darvekirin û xesandinê dan û gotin ku ev yek ne çareserî ye û AKP ji hesasiyeta civakê sûdê werdigire û qanûnan derdixe. AMED

Albuma Nûçeyê