NÛÇE

Hêzên dagirker li Efrînê 10 welatî revandin

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Hêzên dagirker ên li Efrînê hovîtiya xwe ya li ser gelê herêmê didomînin. Di çarçoveya vê hovîtiyê de komên çete yên girêdayî dewleta tirk, 10 welatiyên ji gundê Kobaka yê Mabatayê revandin û îşkence kirin

Zilm û zordariya hêzên artêşa tirk û çeteyên wê yên dagirker ên li ser welatiyên Efrînê berdewam e. Rojane ev komên çete welatiyên herêmê direvînin û dest datînin ser mal û milkê wan. Van komên çete niha jî 10 welatiyên ji gundê Kobaka yê Mabata yê kantona Efrînê revandin û bi hinceta venêrînê mal û milkê wan jî talan kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), çavkaniyên ji gundê Kobakayê dan zanîn ku çeteyên artêşa tirk a dagirker ên bi navên Tabûra Lîwa El Şemal û El Cebha El Şamiyê du roj beriya niha, careke din êrîşî gund kir û 10 welatiyên gund bi hinceta ku çek li gel wan hene, revandin. Her wiha bi hinceta kontolkirinê jî mal û milkên welatiyan dizîn û telefonên şêniyên gund desteser kirin.

Navên welatiyan

Navên welatiyên ku hatine revandin wiha ne: “Mihemed Nûr Îbrahîm (55), Iyanet Hemo kurê Henan (55), Menan Iyanet Hemo (30), Hesen Hemo kurê Reşad (46), Mistefa Mihemed Silêman (43), Fadil Hesen Yasîn (31), Kenco Hesen kurê Muxtar (55), Mistefa Hesen kurê Şêxo (30), Abdîn Hesen kurê Muxtar (58) û Gulgul Hemo kurê Henan (51).”

Beriya niha jî 4 kes ravandibûn

Hate zanîn welatiyên ku hatine revandin rastî îşkence hatine. Hêjayî bibîrxistinê ye ku du roj berê jî 4 welatiyên ji heman gundî ji aliyê çeteyên artêşa tirk ve hatibûn revandin.

Ji roja destpêkê ve hovîtiyê dikin

Hêzên artêşa tirk û çeteyên wê yên El Qaîde, DAIŞ, El Nusra, Ehrar El Şam û OSO’yê ji roja destpêkê ya dagirkirina Efrînê heta niha bi sedan sivîl bi awayekî hovane qetil kirin. Bi hezaran sivîl birîndar kirin û li ser gel jî hovîtiyeke bêeman dimeşînin. Hêzên dagirker ji bo guherandina demografyaya herêmê jî bi hezaran çete tevî malbatên wan ku ev hejmar bi giştî 100 hezaran derbas dike û li Efrînê bi cih kirin.

Hemû cîhan bêdeng e

Ji bo koçberkirina gelê Efrînê jî dest bi talan, wêranî, revandin, girtin, binçavkirin û îşkencekirina gelê herêmê kir. Li gorî agahiyan bi sedan jinên efrînî hatine revandin û tu kes têkildarî wan tu agahiyan nagire. Li hemberî vê karesata mirovî ya li Efrînê, hemû hêzên navneteweyî bêdeng in. EFRÎN

Albuma Nûçeyê