POLÎTÎKA

‘Hêviyên wezîrbûnê hin kesan dîn û har kirin’

Dem : 04 Tîrmeh 2018 Çarşem

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen li ser rojeva heyî li navenda HDP’ê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Bîlgen diyar kir ku tevî ku di ser hilbijartinê re hefteyek derbas bû jî wekî ku hîn hilbijartin dewam dike êrîş li ser partiya wan tên kirin û wiha axivî: “Hem yekser gef li hevseroka me Pervîn Buldan xwarin, hem jî di qenalên televîzyonê de daxuyaniyên li dijî partiya me kirin ne rast in. Em zanin ku bi referandûma 16’ê nîsanê re, Tirkiye bûye dewleta yek partiyê û her wiha veguheriye dewleta mafyayê. Ne mafê Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu ye ku bêje em partiyek siyasîne yan na û bi gotina ‘Partiyek bi navê HDP’ê nîne’ hewl dide me krîmînalîze bike û me hedef nîşan dide.”Bîlgen destnîşan kir ku daxuyaniyên Soylu rê li ber êrîşên nû vedike û ji bûyerên ku ji niha û pê ve biqewimin dê Soylu berpirsyar be û wiha got: “Xuyaye hewes û bendewariya wezîrbûnê hinek kesan dîn û har kirin. Ji niha û pê ve muxatabê me Wezîrê Karê Hundir nîne.” ENQERE

Albuma Nûçeyê