JIN

‘Hêviya me HDP ye’

Dem : 03 Pûşper 2018 Yekşem

Xebatên hilbijartina 24’ê hezîranê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bê navber didome. Têkildarî hilbijartina 24’ê hezîranê dayikên amedî axivîn.

Dîlan Yûmlû diyar kir ku di 16 salên desthilatdariya AKP’ê de ji derveyî kaos û krîzan tu tiştek nehatiye dîtin û wiha got: “Hêviya min bi HDP’ê ya ku tevahî rengan di nav xwe de dihewîne, heye. Jinên li vir dê li dijî hişmendiya yekparêz di şoreşa 24’ê hezîranê de bi ken û tilîliyan bersivê bidin. Ji bo Tirkiyeya nû pêwîstî bi Demîrtaş heye. Pêwîstiya hemû dayikan û ciwanan bi serokê ciwan û bedew heye.”

Bêrîvan Yalçin anî ziman ku gel bi taybetî jin di gelek aliyan de ji xwe bi bawer e. Yalçin bal kişand ser namzetiya jinan û got ku hebûna jinan a li meclisê cihê kêfxweşî û rûmetê ye.

Emîne Kaya yekane partiya ku nêzî hemû gelan e HDP ye û bang li jinan kir ku dengê xwe bidin HDP’ê.

Mizgîn Taşdemîr jî destnîşan kir ku hêvî dike ku dê 24’ê hezîranê bibe roja rizgariya jinan û wiha got: “Ev hilbijartin ji bo me şansek e. Bi kinahî ev hilbijartin dê bibe dengê jinan.” AMED

Albuma Nûçeyê