NÛÇE

Heta Welat azad nebe dê têkoşîn raneweste - Zeynel Bûlût nivîsand

Dem : 09 Tîrmeh 2018 Duşem

Zeynel BÛLÛT

Wekî Rojnameya Welat ku li ser  kevneşopiya çapemeniya azad bû û xwe wekî berdewama rojnameya kurdî Azadiya Welat didît, bi gelek zext û pêkûtêyan re rûbirû ma. Hikûmeta AKP’ê ji roja ku hatiye ser hikum û vir ve çapemenî ji bo xwe wekî gef dît û bi awayekî tund mafên azadiya fikr, raman û hiqûqê bin pê kir

Îro em di pêvajoyeke şerê 3’yemîn ê cîhanê re derbas dibin. Giraniya vî şerî li Rojhilata Navîn û navenda wî jî  Kurdistan e. Ev şer ji şerên cîhanê yên 1 û 2’yemîn cudatir e. Lewre şerekî demdirêj û dijwar e. Civak bi hemû şaneyên xwe vî şerî hîs dike û dijî. Li aliyekî hêzên serdest û kapîtalîst dixwazin serdestiya xwe bidin pejirandin li aliyê din jî ji bo berjewendî û serdestiya xwe gelan tune dikin. Civakbûnê perçe dikin û nirx û rûmeta mirovahiyê ji holê radikin.

Ev şer ji 1991’an ango bi şerê Korfezê dest pê kir û bi dagirkirina Iraqê ya sala 2003’yan her wiha ya Afganistanê bi pêş ket û niha jî li Rojhilat Navîn belav bûye. Dîsa di dawiya sala 2010’an de bi navê Bihara Ereban li Tunusê bi serhildanên gel dest pê kir. Piştî Tûnûsê li gelek welatên Rojhila Navîn bi daxwaza guherînan serhildar rû dan û bi destwerdana hêzên derve  şerên navxweyî derketin. Bi taybetî jî rûdana şerên navxweyî yên li Iraq û Sûriyeyê, şerê 3’yemîn ê cîhanê şênber bû. Lewre di şerê li Rojhilata Navîn de destê gelek dewletên herêmî û yên navneteweyî tê de heye.

Gelê kurd rastî pişaftinê hat

Niha jî wekî navenda vî şerî ku em wekî Kurdistan diyar dikin, di nava çar dewletên wekî Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê de hatiye parçekirin û her çar dewletên navborî ji bo gelê kurd negihêjin tu mafên xwe ji polîtîkayên pişaftinê bigirin heta yên tunehesibandin û yên tunekirinê dijwartir kirin. Ji bo tunekirina kurdan bi hemû hêzên serdest û hegomonîk re li hev kirine û dijminatiya xwe dikin. Bi taybetî jî di salên dawî de yanî ji sala 2013’an û vir ve bi çeteyên ku hatin afirinadin yên wekî El Nusra û DAIŞ xwestin kurdan ji holê rakin. Lewra kurdan di vî şerê li Rojhilata Navîn de alî negirtibûn û wekî xeta 3’yemîn di çarçoveya paradîgmaya jiyana wekhev û azad bi hemû gelên li vê erdnîgariyê re xwestin bi awayekî azad bijîn. Lê belê ev dijminatiya dîrokî destûr neda vê yekê û bi rêya çeteyên îslamîst û tûndrew xwestin hemû aliyên aştîxwaz, demokrat û sosyalîst tune bikin.

Çapemeniya azad zilm teşhîr dikir

LI Turkiyeyê polîtîkayên tunekirin û binpêkirina mafên mirovan bi taybetî li ser kurdan li ser hemû azadîxwazan dijwartir bû.  Yên ku ev polîtîka teşhîr dikirin çapemeniya azad û muxalîf bûn. Ji ber vê yekê ew zextên li ser civak û gelan bi hemû dijwariya xwe zîvirî ser çapemeniyê jî. Lewma li Tirkiyeyê zext û pêkutiyên li ser çapemeniyê tu demê de bi qasî dema niha dijwar nebûbûn. Zordestî û sansur ji salên 1990’î jî dijwartir bûne.

Welat rastî gelek astengiyan hat

Wekî Rojnameya Welat ku li ser  kevneşopiya çapemeniya azad bû û xwe wekî berdewama rojnameya kurdî Azadiya Welat didît, bi gelek zext û pêkûtêyan re rûbirû ma. Hikûmeta AKP’ê ji roja ku hatiye ser hikum û vir ve çapemenî ji bo xwe wekî gef dît û bi awayekî tund mafên azadiya fikr, raman û hiqûqê bin pê kir. Dezgehên çapemeniya muxalif girtin.  Hişmendiya tekparêz, çapemeniyeke yektîp û yekdeng ava kir û xist bin destê xwe. Tehemula wan ji deng û rengên cuda re nema. Bi taybetî jî çand û zimanê kurdî hedef girtin û hîn jî digirin.

Êrîş li dijî zimanê kurdî ye

Lewre gelê ku rastî polîtîkayên tunekirinê tê, gelê kurd e. Dixwazin hemû nirxên vî gelî ji holê rabikin. Ji çand û kelepûra kurdî bigire heta ziman hatiye qedexekirin û tê tunekirin. Mînaka wê ya herî şênber jî rojnameya Welat e ku tekane rojnameya ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rojane bi zimanê kurdî weşan dikir bû. Ev yek li gel zextên li ser çapmenî û ragihandinê, dijminatiya zimanê kurdî nîşan dide. Bi îlankirina OHAL’ê re zimanê kurdî bi awayekî fiîlî hatiye qedexekirin.

Gef li belavkar û xwendekdaran dixwarin

Di serdema hikûmetên AKP’ê de gelek caran rojnameyên kurdî hatin girtin, bi sedan doz lê hatin vekirin û bi sedan salan ceza li xebatkarên wê hat birîn. Li Tirkiyeyê tekane rojnameya ku bi kurdî weşan dikir rojnameya Welat bû û li vî welatî çapxaneyeke peyda nekir ku rojnameyê çap bike. Destûr nedan ku rojnameya Welat bikeve gelek bajar û navçeyên Kurdistanê. Gele caran gef li xwînerên rojnameyê hat xwarin ku rojnameyê nestînin. Li aliyê din bi dehan belavkarên rojnameyê hatin binçavkirin û girtin. Şert û mercan de nehiştin ku kedkarên wê rojnamegeriyê bikin.

Bi e-rojnameyê xebata xwe domandin

Ji ber van sedemên zehmet û peydanekirina çapxaneyekê me wekî rojnameya Welat di 29’ê adara 2018’an de dawî li weşana xwe anî.  Lê xebatên rojnamegerî û pêşxistina zimanê kurdî berdewam kir. Di vê çarçoveyê de jî li ser esasên weşangeriya bi zimanê kurdî, li ser înternetê bi e-rojnameyê berdewam kir. Lê di 8’ê tîrmeha 2018’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) ya bi hejmara 701’an re rojnameya Welat ku weşana xwe dabû rawestandin, hate girtin.

Israra di kurî de

Li gel rojnameya Welat, rojnameya Halkin Nabzi, rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya ku di 28’ê adarê de qayûm hatibû tayînkirin, gelek komele û  Avantaj Tv hatin girtin. Polîs û karmendên dewleta APK’ê duh bi ser buroya rojnameya Welat de girt û piştî tespîta amûrên li avahiyê deriyê rojnameyê mohr kir. Di pêvajoyeke ku çarenûsa gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn diyar dibe de, çi dibe bila bibe em ê bi zimanî kurdî  û bi hemû hêz û zelaliya xwe rastiyê raxin ber çavan û ragihînin. Heta Welat azad nebe dê têkoşîn raneweste.

Albuma Nûçeyê