NÛÇE

Hêrsa li dijî dagirkeriyê mezin dibe

Dem : 18 Pûşper 2018 Duşem

Bertekên gelê başûrê Kurdistanê yên li hemberî dagirkerî û êrîşên dewleta tirk her ku diçe mezintir dibin. Di vê çarçoveyê de di serî de jin û ciwan, gelek beşên civakê yên cuda yên başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê bertekên tund nîşan dan. Niha jî heyeteke ku ji Eniya Neteweyî, çû herêma Qendîlê.

Endamên Eniya Neteweyî (li dijî dagirkeriya dewleta tirk hatiye avakirin) ku ji gelek nivîskar, aktîvîst, alimên olî û siyasetmedaran pêk tê tevî heyeta KNK'ê danê sibehê ji gelek deveran berê xwe dan Qendîlê. Bi sedan kesên ji Silêmanî, Germiyan, Xaneqîn, Duhok, Helebçe, Hewlêr û gelek herêmên din bi rê ketin, li bajarokê Sengeser ê herêma Raperînê gihîştin hev û bi awayekî girseyî berê xwe dan Qendîlê.

Bang gelê kurd kir

Heyetê di serî de çalakgerên ku bi armanca pêşîlêgirtina êrîşên li dijî Qendîlê dest bi Çalakiya Mertalên Zindî kirin, ziyaret kir. Piştî serdana ciwanan jî heyetê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de heyetê bang li gelê Kurdistanê û hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê kirin ku li dijî dagirkeriyê helwestê nîşan bidin. QENDÎL

Albuma Nûçeyê