ÇAND Û HUNER

Her zargotinek dersek e

Dem : 11 Pûşper 2018 Duşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Prof. Dr. Celîlê Celîl 82 salî ye û emrê xwe bi berhevkirina zargotinên kurdî derbas kiriye û folklorê wekî jiyana xwe pênase dike. Celîl da zanîn ku di zargotinên kurdî de felsefeyeke kûr heye û her zargotinek dersek e û gelek tiştan hînî mirov dike

Li Pale Hunerê ya Amedê ji aliyê weşanên Wardozê bi tevlêbûna Prof. Dr. Celîlê Celîl bi mijara ‘Li ser folklora kurdan’ panel hat lidarxistin. Piştî panelê Celîlê Celîl têkildarî zargotin, ziman û dengbêjiyê ji rojnameya me re axivî.

Prof. Dr. Celîlê Celîl ji zaroktiya xwe heta niha zargotinên kurdî berhev dike û heta niha têkildarî zargotinan gelek pirtûk çap kirine. Herî dawî weşanên Wardozê pirtûkên Celîl ên bi navê ‘Gotinên Pêşiyan’, ‘Çima Deve Xeyîdî?’, ‘Zargotina Kurdên Sûriyeyê’ û ‘Sêxiştiyên Kurmancî Xorasan’ çap kirin.

Wek teyrekî ji hêlîna xwe qetiyan

Celîlê Celîl folklorê wekî jiyana xwe pênase dike û tîne ziman ku zargotin aqilmendiya bav û kalan e. Celîl behsa serpêhatiye xwe ya destpêkirina zargotinan kir û wiha got: “Em wek teyrekî ji hêlîna xwe qetyayî bûn, bavê min li Yerîvanê hêlîna xwe çêkir. Ji zaroktiyê ve mêyla bavê min li ser zargotin û stranên kurdî hebû. Dema bavê min berxvan bûye û reviyaye Yerîvanê pîpîk û şîva xwe ji xwe re biriye. Me çavê xwe vekiriye timî ji bavê xwe stranên kurdî guhdar kiriye.”

Meraqdarê folklora kurdî

Celîl diyar kir ku dema di sala 1955’an de li Yerîvanê radyoya kurdî vebû bavê wî berpiryarê radyoyê bû û dema bavê wî di radyoyê de xebitiye di nav 10 salan de 700 stran berhev kirine û birayê wî Ordîxanê Celîl folklorîstekî profesyonel bû. Celîl wiha behsa çîroka xwe kir: “Ez jî meraqdarê berhevkirina folklora kurdî bûm û diçûm gundan. Çi rastî min dihat min dinivîsand. Pey nediketim çimkî gerek ez bûbûma dîrokzan. Bendên keçikan, gotinên pêşiyan, paşê bû çîrok, bû destan û hemû tişt.”

Carna gotinek hêjayî 10 çîrokan e

Celîl da zanîn ku di rêwîtiya xwe ya berhevkirina zargotinan de gava tiştek nû dibîse, rastî çîrokbêj û dengbêjekî were gelekî kêfxweş dibe û wiha pê de çû: “Ez ferqê danaynim navbera tiştekî mezin û biçûk. Carna gotineke pêşiyan xweşik be, çapik be, mene hebe, tûj be wekî hêjayî 10 çîrokan e. Navê diya min Xanim bû û carna meriv û cîran bi hatana mala me ji diya min dipirsîn û digotin Xanim herî zêde kîjan zarokê xwe hez dikî? Diya min tiliyên xwe nîşan dida û digot tiliyê min jêke êşa kîjanê ji ya dinê zêde be an jî kêm be. Digot ewladên min wekî hev şîrîn in. Folklor jî ji bo min şîrîn e.” Celîl destnîşan kir ku zargotin wekî ders e, mirov hînî tiştan dike û wiha axivî: “Dema çîrok û çîvanok taybetiyên xwe hene, hinek hene pir balkêş in û felsefeyeke kûr di wê çîrokê de heye. Carna du rêz gotin

berhev dikî û ji wê pirtûkekê çap dikî.”

Gelek qeyd çap nekiriye

Prof. Celîl anî ziman ku niha di destê wî de gelek qeydên ku nehatine çapkirin hene û wiha got: “Qeydên di destê min de nayên hejmartir û pir in. Bi ku da çûme min hem nivîsandiye û hem jî qeyd kiriye. Dema derdiketim xebatê min ji sedî 4-5 dinivîsand û ji sedî 95 qeyd dikir û dema vedigeriyam deşîfre û çap dikir.”

Celîl da zanîn ku ji bo berhevkirina zargotinan beriya her tiştî divê mirov bigere û wiha behsa serpêhatiyeke xwe û xwîşka xwe Cemîle Celîl kir: “Ez diçûm Sûriyeyê û gelek wesfê wan deran dida. Xwişka min Cemîle xwest were wan deran û min got îcar em bi hev re biçin. Em çûn nav koçeran. Îja hez dikir bi kulfetên malên ên emirmezin re xeber bide. Cemileyê bi jinan re pêwendiyeke dostanî datanî û jinên tu caran bi deng nestriye tiştên wisa ji Cemîleyê re distriyan ku qet nehatine bihîstin. Beriya her tiştî divê mirov zargotinan ji windabûnê xilas bike.”

Teknolojî dengbêjiyê kêm dike

Celîlê Celîl da zanîn ku dengbêjî reng û rûyê kurdîtiyê dide xuyakirin û wiha got: “Îro helbet ji ber hinekî dengbêjî kêm bûye. Teknolojî meş û pêşveçûna dengbêjiyê kêm dike. Berê dengbêjên mîr û axayan hebûn lê dîsa di nav gel de digeriyan. Her roj ji bo axa nedistrandin. Divê dengbêj di fikr û jiyana xwe de azad bin. Wê demê qedrê dengbêjiyê gelekî mezin bûye, dengbêj di dîwanê de li jor rûdinişt. Tu diçî nav eşîra Reşkotan stranên wan gişk mane. Çimkî li cem wana hem dengbêjî xurt bûye û hem jî gelek bûyer hatine serê wan. Mêrxasî jî hebûye, neheqî jî hebû ye, kuştin jî hebûye. Stran heye li ser tiştekî netişt bi dehan mêr hatine kuştin. Dibêjin ji bo postê karekê du eşîran ji hev kuştine. Dijminatî hebû ye, postê kar bûye mene û wekî biteqe. Eşîr hene stran çêkirine û gihandine dewra me, lê gelek eşîr jî hene stranên wan negihiştine me.”

Paleyan stranên rîtmîk pêş ve birine

Celîl destnîşan kir ku kurd bi jiyana xwe bi xwezayê ve girêdayî ne û der barê dengbêjî û xwezayê ev tişt anî ziman: “Salê 5-6 meh em li zozanan dimînin. Li zozanan dema êvaran rûdinên çîrok, stranan dibêjin, şevbihêrkan çêdikin û wisa dema xwe derbas dikin. Li zozanan herkes dengbêj e, deng nexweş be jî bi dilê xwe distrê. Çimkî taybetiyeke sirûştî ye, jixwe tê. Çawa ku tu tî bibî ew jî wisa ye. Gelek dayikên me hene dema kar dikin distrên. Kes ji wan re nabêje bistrên lê ji xwe re distrên û kar dikin. Paleyan stranên rîtmîk pêş ve birine. Mîrkût heye, das heye, kincşûştin heye, hemû ji bo hêsankirina kar e. Gelek cûreyên stranan hene.”

Taybetmendiyên jiyandariyê

Celîl da zanîn ku kurdan bi dengbêjiyê tiştên ku hatine serê wan zindî hiştine û wiha axivî: “Dengbêjî û stranvanî gelek tişt gihandine me. Gelek stran li ser serokeşîran bûye. Her dengbêj li ser axayê xwe gotiye. Hinek herêm hebûne şerê navxweyî gelek bûye. Ez çûme Hekariyê wan deran min ew guhdar kirine rengekî dinê ye. Gelek stran li ser mîrekên Hekarî û Bota ye û bi govendkî distrên. Lê li aliyê Serhedê, Mêrdînê û Sûriyeyê wisa nîne, rûniştine û stran gotine. Ev taybetmendiyên jiyandariya wan e.”

Celîlê Celîl axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ziman nexşeke dîrokî û destanînek e û divê bê parastin. Zengîniya çand û hunera dinê ye. Divê em biparêzin û ne hewce ye hinek ji me re bibêjin biparêzin. “

Albuma Nûçeyê