NÛÇE

‘Her mirineke biguman, cînayetek e’

Dem : 26 Kewçer 2018 În

Parêzerê Komeleya Mirinên Biguman ên Leşker û Mexdûran Ahmet Çevîk anî ziman ku di salên dawî de hejmara leşkerên biguman ên li qişleyan zêde bûye. Çevîk da zanîn ku her mirineke biguman, cînayetek e û divê bi qanûnan pêşî li vê kiryarê bê girtin

Di demên dawî de mirina leşkeran a biguman zêde dibin. Bi taybetî jî leşkerên ku tên kuştin jî ciwanên kurd in. Di meha cotmehê de herî dawî Omer Farûk Demîrkol ku li Qereqola Cendirmeyan a Islahiyeyê leşkerî dikir û Mehmet Boztepeyê ji Rihayê ku li Enqereyê leşkerî dikir, hat îdiakirin ku întihar kirine. Li gorî Komeleya Mirinên Biguman ên Leşkeran û Mexdûran, di 22 salên beriya sala 2015'an de, 2 hezar û 221 leşker bi vî awayî mirine û di sala 2012'an 69 leşker, di 2013'an de 59, di 2014'an de 43 û di 2015'an de jî 31 leşker bi awayekî ‘gumanbar’ mirine.

Der barê mijarê de parêzerê komeleyê Ahmet Çevîk ji nûçegihanên MA’yê bi Hamdullah Kesen re axivî. Çevîk diyar kir ku ew ji sala 2015'an ve van bûyeran dişopîne û ev agahî da: “Di salên dawî de mirina bi guman a leşkeran zêde bûye. Mînak; ji bo mirina Omer Farûk Demîrkol gotin ‘întihar e.’ Hemû mirinên bi guman, întihar in. Malbata wî jî dixwaze ev cînayet bê lêkolînkirin. Dêya wî dibêje muameleyeke nebaş lê hatiye kirin. Dewlet berpirsyar e. Divê ev mijar baş bê lêkolînkirin. Guman, cînayetê piştrast dikin.”

Di pêvajoyên şer de mirinên biguman zêde dibin

Çevîk bi lêv kir ku dozgerî der barê van mirinan de biryara ‘neşopandinê’ didin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “DMME jî di dosyeyên bi vî rengî de di aleniya Tirkiyeyê de biryarê dide. Bi hinceta mafê jiyanê binpê kiriye, biryara tazmînatê dide. Lê mixabin li Tirkiyeyê lêpirsînên di vî warî de bi awayekî çalak nayên kirin û darizandineke çalak nîne. Di pêvajoyên şer de ev mirinên biguman zêde dibin. Di dema pêvajoyên agirbestê de jî mirina leşkerên li paş eniyê, ji yên li eniyan zêdetir e. Dê leşkeriya biberdêl jî rê li ber vê negire. Li qişleyan mirinên di çapemeniyê de dernayên jî hene. Qanûneke ku rê li ber van mirinan bigire tune ye. Divê hebe. Her wiha divê mafê reda wijdana hebe.” ANTALYA

Albuma Nûçeyê