POLÎTÎKA

Her ku diaxivin dolar bilind dibe

Dem : 11 Tebax 2018 Şemî

Piştî bilindbûna dolar û bêqimetbûna pereyên tirk Wezîrê Xezîne û Maliyeyê yê Tirkiyeyê Berat Albayrak beşekaê modela nû ya aboriyê aşkera kir. Daxuyaniya Albayrak ji ber axaftina Erdogan a li Baybûrtê dereng dest pê kir. Ji ber duh piştî banga Erdogan ya ‘dolarên xwe yên bin balîfan derxin’ serê sibehê dolar çend pûan winda kiribû û derket ser 6 TL’an û euro jî derket ser 7 TL’an.

Albayrak di axaftina xwe ya têkildarî aboriyê modeleke bingehîn diyar nekir. Albayrak got ku divê polîtîkayên pere yên Banqaya Navendî xweser be lê bi qanûnên nû re serokê Banqaya Navendî ji aliyê serokkomar Erdogan ve tê diyarkirin.

Trump guşarên nû aşkera kir

Dema ku axaftinên Albayrak didomiyan serokê Amerîkayê Donald Trump jî twîtek avêt û wiha got: “Lîreyê Tirkiyeyê li pêşberî dolarê me yê bi hêz her ku diçe nirx winda dike, min du qat zêdekirina baca gumrikê ya pola û alîmunyûma ku ji Tirkiyeyê tê kirîn, pejirandiye. Li gorî vê ji bo alîmunyûmê ji sedî 20, pola jî ji sedî 50 ye. Têkiliyên me di vê demê de bi Tirkiyeyê re nebaş in!”.

Piştî axaftinan dolar bilind bû

Her wiha piştî axaftina Albayrak û twîta Trump dolar yekser bilind bû. ENQERE

Albuma Nûçeyê