JIN

Her dengek dê me ji penaberiyê rizgar bike

Dem : 11 Pûşper 2018 Duşem

Ji hilbijartinên pêşwext ên Tirkiyê re çend roj man. Bi qasî Bakurê welat gelê wargeha Ş. Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî bi kelecan e. Jinên wargehê diyar kirin ku dê her dengek wan ji penaberiyê rizgar bike.

Reqya Çetîn destnîşan kir ku hewceye her kurdek li dengê xwe xwedî derkeve û wiha got: “Bila gelê kurd li welatê xwe bifikire. Komkujî li pey hev hatin kirin ji bo ku kurdan biqedînin. Bila dengê xwe bidin HDP’ê û Selahattîn Demîrtaş.”

Çetîn bal kişand ser dagirkirina axa Başûr û gefên Erdogan ên êrîşkirina Qendîl û Mexmûrê û got ku divê gelê Başûr xwarin nedana leşkerên tirk ji xwe şerm bikin û wiha domand: “Çawa xwarinê didin leşkerê tirk. Ew ji bo dagirkirin, talan û komkujiyan tên û ew jî xwarinê didin wan. Hewceye li hember êrîşan helwestek navneteweyî hebe.”

‘Divê gel me jî bifikire’

Ayşe Yildiz Guler anî ziman ku hewceye welatiyên ku diçin ser singoqan pêvajoyê li ber çavan bigirin û wiha axivî: “Heya em nebin yek em ê biçin yek bi yek. Hewceye gelê me pêvajoyê li ber çavan bigire û wiha deng bi kar bîne. Ev 30 sal in em penaber in, di hilbijartinê de divê li me jî bifikirin. Her dengek dê dawî li penaberiyê bîne.” MEXMÛR

Albuma Nûçeyê