POLÎTÎKA

Her dengê ku neyê avêtin ji AKP’ê re diçe

Dem : 14 Pûşper 2018 Pêncşem

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan li ser hilbijartina 24’ê hezîranê nivîsek nivîsand. Erzîncan diyar kir ku her dengê neyê avêtin ji AKP’ê re diçe û banga çûna ser sindoqan li hemû welatiyên li Bakur, Tirkiye û Ewropayê kir

Di hilbijartinên salên dawîn de li Kurdistanê rêjeya tevlêbûna hilbijartinan di binê rêjeya giştî ya Tirkiyeyê de ye. Ev jî nîşan dide ku gelek hilbijerên kurd naçin ser sindoqan. Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan bang li welatiyên Ewropayê, Bakur û Tirkiyeyê kir ku biçin ser sindoqan û got ku her dengê ku neyê avêtin ji AKP’ê re diçe û teqez divê herkes biçe ser sindoqan.

Erzîncan di nivîsa xwe de diyar dike ku tifaqa AKP-MHP’ê, faşîzma Erdogan Tirkiyeyê bi temamî kiriye welatê taristanê û destnîşan dike ku îro li Tirkiyeyê partiya muxalefeta heqîqî HDP ye û wiha gotiye: “Ji bo vê jî, ji bo ku HDP bendê derbas bike hemû gelê me divê bi berpirsyarî dengê xwe bide. Li Ewropayê pêvajoya dengdanê dest pê kiriye. Gelê me yê li Ewropa, jin vê hilbijartinê teqez divê dengê xwe bidin. Hemû gelê Kurdistanê, dostên me, hem li derveyî welat, hem li Tirkiyê û Bakur divê dengê xwe bidin HDP’ê û li dengê xwe xwedî derkevin.”

Erzîncan di nivîsa xwe de bal kişandiye ser hin aliyên ku di hilbijartinan de dengê xwe bi kar naynin û ev tişt aniye ziman: “Divê neyê jibîrkirin, her denga ku neyê avêtin ji AKP’ê re diçe. Her dengê ku ji AKP’ê re diçe zêdebûna tundiya li ser jinan e. Her dengê ku ji AKP’ê re diçe tê wateya kolebûna jinan. HDP bi dengê xwe wê ji desthilata faşîst a AKP’ê re, ji rejîma dîktator re bibêje, raweste. Ji bo vê jî em bang li hemû jinan, ciwan, komên baweriyê, hêzên azadî û demokrasiyê dikin ku di 24’ê hezîranê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP’ê.” ANF

Albuma Nûçeyê