NÛÇE

Hemû maf tên binpêkirin

Dem : 06 Tîrmeh 2018 În

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Tirkiye û Kurdistanê li hemberî girtiyan polîtîkayên taybet tên meşandin. Li gorî rapora ÎHD’ê mafên girtiyan tên binpêkirin, rewşa girtiyên nexweş giran dibe û bang li hemû parazvanên mafên mirovan û wezareta dadê hat kirin ku peywira xwe bi cih bînin

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê rapora mafên mirovan ên li Girtîgeha Herêma Anatoliya Navîn ên mehên nîsan, gulan û hezîranê ji raya giştî re aşkera kir. Binpêkirinên mafan ji girtîgehên Bolu, Kayserî, Dînar, Sîncan, Kirikkale û Tokatê di raporê de cih digirin.

Rapor ji aliyê endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nuray Çevîrmen ve hat xwendin. Çevîrmen rapor xwend û diyar kir ku rapor ji geşedanên li Girtîgeha Tipa F a Bolu, Tîpa T a Dînarê, Tîpa 2-T a Bunyana Qeyseriyê, Tîpa F a Hacilar a Kirikkale, Girtîgehên Tîpa T ên Sîncan û Tokat’ê yên Jinan pêk tên. Nuray Çevîrmen diyar kir ku wan rapor ji daneyên parêzer, malbat û endamên komîsyonê ku li girtîgehan hevdîtin pêk hatine û nameyên ku girtiyan ji wan re şandine kom kirine û li gorî wê amade kirine.

Çevîrmen anî ziman ku wan rapor ji daneyên parêzer, malbat, agahiyên endamên komîsyonê yên ku li girtîgehan hevdîtin pêk anîne û ji nameyên ku ji girtîgehan hatin kom kirine.

Di raporê de hat gotin ku mafên xwezayî wekî pirtûk, telefon, rojname û ragihandinê bi awayekî kêfî ji destê girtiyan wan hatine girtin, mafê ziyareta vekirî ji mehekê derxistine 2 mehan, mafê telefonan hatiye sînorkirin û tekmîl li ser malbatan tê ferzkirin û her wiha malbat hem ji cîhaza X-Ray û hem jî ji lêgerîna tazî derbas dikin.

Li gorî raporê binpêkirinên li girtîgehan wiha ne:

Girtîgeha Tîpa T û F ên Boluyê

* Girtî Abdulvahap Kavak ku pêwîste bê emeliyatkirin, nayê emeliyatkirin. Girtî Haci Ekîncî 6 meh e nikare ji mafê xwe yê telefonê sûdê werbigire û tirkî li ser dayika wî tê ferz dikin.

Rewşa girtîgeha Tîpa T a Dînarê

* Girtî rastî cezayên dîsîplînê tên. Girtî Havil Acar ji ber wêneyê ku li girtîgehek din kişandiye rastî salek ceza hatiye. Girtiyên ku derzî li ser wan hatiye dîtin rastî salek ceza hatine û bi kûçikan ketine kawîşa girtiyan.

Girtîgeha T a Kayeserî/Bunyanê

* Nameya Sedat Avci ku der barê tenduristiya xwe de nivîsandibû hatiye desteserkirin. Girtî li odeyên xwe 24 saetan bi kamerayan tên şopandin û her tişt ji destê wan hatine girtin.

* Girtiyên ku jimartina li ser pêyan red kir rastî cezayê dîsîplînê hatin.

Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê

* Girtiyên ku kamera şermezar kirin rastî ceza hatin. Girtiyên ku bi kelepçe û maşîneya rîngê tedawî red dikin nayên dermankirin. Girtiyên edlî û siyasî yên nexweş bi heman rîngê dişînin nexweşxaneyê.

Girtîgeha Jinan a Sîncanê

* Ji ber ku ava qirêj enexweş dikevin. Li hucyerên 3 kesan 6-7 kes dimînin û cilên yektîp ferz dikin. û hwd.

‘Em di zindana zindanê de ne!’

Girtiyên siyasî yên jin ên di Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê de ne û li dijî hemû binpêkirinên mafan li ber xwe didin, bi nameyekê behsa kiryarên li girtîgehê kirin. Li ser navê jinan Şerîfe Orûç name şand û diyar kir ku li her derê kamera û paceyên çavdêriyê hene, 24 saetan tên şopandin û wiha got: “Ji xeynî odeyên ku em tê de ne, li her derê kamerayên mobeseyê û paceyên çavdêriyê hene. Li hewşê 1, li korîdorê 4 û li medbexê 1, bi giştî 6 kamera hene. Bi şev dema ku em radizên em lambeyên mitbex û korîdorê digirin, lê bi hinceta ku kamera nabîne, lembe tên vekirin. Bi kurtasî bi kamerayan 24 saetan em raçav dikin. Li vê derê em di zindana di nav zindanê de ne.”

Her wiha jinan di nameyê de destnîşan kiriye ku wan 4 mehan li ber xwe dane û têra xwe xwedîlêderketin pêk nehatiye û ji ber vê jî pêvajo girantir bûye û ji bo rewş hîn girantir nebe xwestin dengê wan bê bihîstin.

Albuma Nûçeyê