ÇAND Û HUNER

Heme Fito hat bîranîn

Dem : 24 Kewçer 2018 Çarşem

Hunermend Heme Fito li Helebçeyê hat bîranîn, di bîranînê de hat xwestin ku merasîmên bi vî awayî salane bên lidarxistin û xwedî li çand û hûnera kurdî were derketin.

Li hola rêveberiya rewşenbîrî û ciwanên Helebçe, hunermend Heme Fito bi merasîmekê hat bîranîn. Di merasîmê de hunermend, welatî û pêkhateyên cûda amade bûn.

Di merasîmê de rêveberê Rewşenbîrî û Ciwanên Helebçe Êrîwan Salih axivî û wiha got: “Armanca me ya vê merasîmê ew e ku em hê zêdetir xwedî li çand û hûnera xwe derkevin û giringiyê bidinê. Divê em girîngiyê bidin hûnerên hunermendan û alîkariya wan bikin.”

Piştî wê hunermend û hevalê Heme Fito Enwer Qeredaxî jî axivî û behsa jiyan û xizmeta hunermend Fito kir. Qeredaxî got divê merasîmên bi vî awayî her sal werin kirin û karên hunerî di van merasîman de bên pêşkêşkirin. Merasîma bîranînê bi stran û berhemên hunerî yên Heme Fito berdewam kir.

Hunermend Mihemed Îbrahîm Abdula bi nasnav Heme Fito, di sala 1939’an de li bajarê Helebçe ji dayik bûye. Di jiyana xwe de 12 berhemên stranan qeyd kirine. Heme di sala 1992’an de koça dawî kiriye. HELEBÇE

Albuma Nûçeyê