JIN

Hem pêşkêşvan e hem xwendekar e

Dem : 29 Avrêl 2018 Sêşem

Kadrî ESEN - Zeynel BULUT / AMED

Li Amedê dayika Fatma Taşli Tunç li gel ku ji xwendinê hez dikir û ji aliyê malbatê ve xwendina wê hatiye astengkirin, piştî ku zewiciye ji zarokên xwe yên ku diçûn dibistanê fêrî xwendin û nivîsandinê bûye. Niha dayik bi zimanê kurdî nivîsên xwe dinivîsîne û her wiha pêşkeşvaniya bernameyeke jinan jî dike

Hin mirov hene bi çîroka jiyana xwe bala her kesî dikişînin ser xwe û ji bo jiyaneke bi wate û serkeftî dibin mînak. Yek ji van jinan jî dayika 55 salî Fatma Taşli Tunç e. Dayika Fatma di sala 1963’an de li semta Koşka Şewitî ya Rezan a Amedê ji dayik dibe. Dema ku mezin dibe û dixwaze biçe dibistanê ji aliyê bavê xwe ve tê astengkirin û di malbatê de tenê birayê wê dikarin biçine dibistanê. Ji ber vê yekê hînê xwendin û nivîsandinê nabe û di 16 saliya xwe de ji aliyê bavê xwe ve bi kesekî nenas re tê zewicandin. Dayika Fatma bi van gotinan qala wan rojan kir: “Malbata min bi çavê sewalan li zarokên xwe yên keç dinêrî. Ji ber vê yekê dema 16 salî bûm min dan mêr. Qet ji min re negotin me te daye kî jî.”

'Sankî ez û hevserê xwe cîran bûn'

Dayika Fatma piştî zewaca xwe qet dilekî rihet nabîne û ji aliyê malbata hevserê xwe ve rastî tede û zilmeke mezin tê. Hevser, xwezûr, xwesî û tiyê wê qet rûmetê nadinê û bi salan lê didin û nahêlin bi tena serê xwe tiştekî bike. Li gel vê rewşa perîşan û zehmet jî malbata dayika Fatma qet lê xwedî dernakeve û li rewşa wê napirse. Dayika Fatma têkildarî vê rewşê jî ev tişt anî ziman: “Ji min re digotin xerîbe û bejna wê qet nexweş e. Min çi karî bikira nedihat ecibandin. Îskanekî jî bişikiya digotin welle te şikandiye. Hevserê min qet min nediparast. Sankî ez ne hevsera wî bûm cîraneke wî bûm. Cîranek be jî mirov dibêje ka hûn çi jê dixwazin.”

Dest bi jiyaneke nû dike

Di nav van salên zor û zehmet de zarokên dayika Fatma çêdibin û tên temenê dibistanê. Lê ji ber ku mehra wê ya fermî bi hevserê wê re tune ye, zarokên wê nikarin biçin dibistanê. Ji ber vê rewşa xerab dayika Fatma gelek caran difikire ku dev ji hevserê xwe berde û ji xwe re jiyaneke din ava bike. Lê destê wê ji zarokên wê nabe û li gel hemû zor û zehmetiyan jî bi hevserê xwe re dijî. Ji bo ku zarokên wê biçin dibistanê gelek li ber tiyên xwe digere û ji wan daxwaze ku zarokên wê li ser xwe qeyd bikin.  Lê ji tirsa ku sibêroj bibin şirîkên zarokên wan, zarokên dayika Fatma li ser xwe qeyd nakin. Dawiya dawî xwesiya wê zarokên wê li ser xwe qeyd dike û bi vê yekê re zarokên wê dikarin biçin dibistanê.

Zarokên xwe hînî xwendin û nivîsandinê dike

Di aliyê aborî de jî dayika Fatma gelek zor û zehmetî dikişîne û bi salan li Licê, Bismil û Êlihê karkeriya demsalî ya çandiniyê dike. Zarokên xwe di nav van şert û mercên zehmet de mezin dike û dişîne dibistanê. Di heman demê de bi zarokên xwe re hînê xwendin û nivîsandinê jî dibe. Zarokên wê dersên ku li dibistanê dibinîn li malê nîşanî dayika xwe didin û bi vî awayî hînî xwendin û nivîsandinê dikin. Zarokên wê ji ber şert û mercên dayika xwe aciz dibin û soz didin dayika xwe dê wê ji vê rewşê rizgar bikin. 

Li dijî zîhniyeta baviksalarî têdikoşe

Dayika Fatma li gel hemû zor û zehmetiyan jî li dijî zîhniyeta baviksalarî û xizaniyê têdikoşe û di dawiya dawî de bi ser dikeve. Piştî salên dûr û dirêj astengiyên malbata xwe û malbata hevserê xwe têk dibe. Piştî ku bi piştigiriya zarokên xwe hînê xwendin û nivîsandinê dibe soz dide xwe ku dê tiştên ku hatine serê wê û çîrokên ku di zarokatiya xwe de guhdar kiriye, binivisîne. Ev sozên xwe bi cih tîne û niha gelek serpêhatiyên xwe û çîrokên ku guhdar kiriye nivîsandiye. Tenê bi serpêhatî û çîrokan bi sînor nemaye û gelek helbest jî nivîsandiye. Dayika Fatma piraniya serpêhatî, çîrok û helbestên xwe bi zimanê kurdî nivîsandiye.

Bi Azadiya Welat hînî xwendina zimanê kurdî bû

Me hînbûna nivîsandin û xwendina zimanê kurdî ya dayika Fatma jê pirsî û diyar kir ku piştî Azadiya Welat dest bi weşanê kiriye, bavê wê li gel ku xwendin û nivîsandina wî tunebû ye jî her roj rojnameyê kiriye û ev tişt anî ziman: “Dema ez diçûm mala wan min jî rojnameyê dixwend û bi vê yekê hînê xwendina zimanê kurdî bûm.” Dayika Fatma niha jî ji bo ku kurdiya xwe bi pêş bixe û rêzimana wî hîn bibe, li Amedê diçe qursa zimanê kurdî ya ku ji aliyê Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) ve tê dayîn.

Di Stêrk TV de pêşkeşvanî kir

Her wiha Dayika Fatma bi boneya belgefîlmeke li ser Darbeya 12’ê Îlonê û Zîndana Amedê dest bi pêşkêşvaniya televîzyonê jî dike. Bernameyên ku li ser jiyana gundan û keda jinê çidike bi salan e di Stêrk TV’yê de tên weşandin. Dayika Fatma li ser pirsên me yên têkildarî çîroka wê ya destpêkirina pêşkêşvaniyê ev tişt gotin: “Li ser hafizeya îşkenceya Zîndana Amedê belgefîlmek dihate amadekirin. Ji ber ku wê demê mala me nêzî zîndanê bû koma belgefîlmê hat bi min re jî hevdîtinek pêk anîn. Vê komê ji min xwest ku ji bo Sterk TV’yê pêşkêşvaniya bernameya jinan bikim. Min ev daxwaz qebûl kir û di heman rojê de em çûn me bernameyek kişand. Min bernameya xwe ya ewil bi şalwar kişand.”

'Dengê hovîtiyê dihat me'

Dayika Fatma piştî ku çîroka xwe ya destpêkirina pêşkêşvaniyê anî ziman, qala wan rojên ku li Zîndana Amedê îşkence li girtiyan dihate kirin, kir û vê bîranîna xwe ya balkêş bi me re perve kir: “Wê demê mala me gelek nêzî girtîgehê bû û ji ber ku wekî niha bîna jî zêde tune bûn, dengê hovîtiya li girtîgehê xweş dihate me. Dema serê sibehan bi darê zorê bi girtiyan sirûda neteweyî ya tirk didan xwendin, ez derdiketim serê xaniyê me û ew guhdar dikirin. Min jî bi wan re her roj sirûdê dixwend û her deh çarînên sîrûdê ji ber kir.”

Kurê wê li Kobanê şehîd bû

Dayika Fatma weke her dayîkeke kurd ji bo azadiya welatê xwe kurekî xwe şehîd daye. Kurê wê Şoreş di 2007’an de dema ku liseyê dixwîne, dev ji dibistanê ber dide û berê xwe dide nav Tevgera Azadiyê. Şoreş dema ku çeteyên hov ên DAIŞ’ê êrîş dibin ser Kobanê, ji çiyayên bakurê Kurdistanê berê xwe dide Kobanê. Di 25’ê adara 2015’an de piştî ku bajarê Kobanê bi temamî ji çeteyan rizgar dike, li gundekî Kobanê şehîd dibe. Dayika Fatma da zanîn ku Şoreş her tim jê xwestiye çîrokên ku biçûkatiya wî de jê re gotiye binivisîne û got ku niha ji ber ku ev daxwaza kurê xwe bi cih tîne, dilê wê gelek rihet e.

Albuma Nûçeyê