CÎHAN

Helsînkî / Yalta - Ramazan Olçen nivîsand

Dem : 10 Tebax 2018 În

Ramazan Olçen

Li Rojhilata Navîn şerê li qadê hêdî hêdî ber bi şerê siyasî, aborî û dîplomatîk ve diçe. Helbet ev nayê wê wateyê ku şerê li qadê ew ê wekî devê kêrê bi yek carî bi dawî bibe. Naxêr! Hem şer û hem jî zextên dîplomatîk û aborî dê di nav hev de bimeşin.

Niha halê hazir li Sûriyeyê şer wê li Idlibê bişide. Ji ber ku garantorê çeteyên li Idlibê jî Tirkiye ye ji aliyê Rûsyayê ve zext li Tirkiyeyê tê kirin da ku çeteyên xwe gem bike.

Lê ji ber ku Tirkiye nekarî pêşî li statuya kurdên rojavayê welat bi temamî bigire naxwaze qerta Idlibî wisa miftî belaş ji dest bide. Bi Îdlibê re espiriya civînên Astanayê jî bi dawî dibe.

Danekirina amerîkayê ya li ser Îranê jî di esasê xwe de ji meseleya Sûriyeyê cuda nîn e. Çawa ku rûs dixwazin di ser Idlibê de dewleta tirk  gem bikin û zêdetir bi xwe ve girê bidin; Amerîka jî di ser Îranê de hem dixwaze Îranê bîne ser xeteke maqûl û Tirkiyeyê jî zêdetir ber bi bazara dewletên rojava ve bikişîne.

Pahniya Aşîl a Tirkiyeyê, Îran, Iraq û Sûriyeyê pirsgirêka kurd e. Dewletên hegemon hewl didin vê birîna hanê bi çekên siyasî, aborî û dîplomatîk bi hin pansumanên bêkêr heta demekê ji rojeva xwe derxin. Lê meseleya doza kurdî birîneke wisa ye ku bi pansumanên lokal nayê girtin û kewandin.

Dewletên hegemon tu carî ji birînekê re nebûne derman. Bala xwe bidinê piştî II’yemîn Şerê Cîhanê di sibata 1945’an de li Qesra Livadiayê ya nêzîkî Yaltayê ku cihekî semester û behnvedanê ya Sowyetan bû hêzên cîhanê konferansek li hev civand. Di Konferansa Yaltayê de, serokwezîrê Îngilistanê Churchill, serokê Amerîkayê Roosevelt û Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Sowyetan Stalîn qedera Ewropayê tayîn kir.

Piştî wê konferansê hema bi du salan (1947) li dinyayê di qutbên dijber Amerîka û Rûsya weke îluzyonekê şerekî sar da destpêkirin û ev şer heta 1991’an dewam kir. Taliya talî Awropa bi xurtkirina yekitiya navxweyî karîbû pêsîra xwe heta radeyekê ji destê wan xilas bike.

Niha di 16’ê tîrmeha 2018’an de Amerîka û Rûsya li Helsînkiya Fînlandiyayê li hev civiyan. Îcar nexşeya li ser maseyê ne Ewropa bû lê Rojhilata Navîn bû. Helbet ji Helsînkiyê Yaltayek dernakeve lê di encama wê civînê de hem Amerîka û hem jî Rûsyayê zimanê xwe yê di serî de li hemberî Tirkiye û Îranê li hemû dewletên ku bi wan re didin û distînin, tûj kir.

Hem Amerîka û hem jî Rûsya wekî salên şerê sar zextê li dewlet û hêzan dikin ku aliyê xwe diyar bikin û di nav mengeneya Trump û Pûtîn de bieciqin. Lê çawa ku gelên ewropî ji bo şikandina wê mengeneyê yekitiya xwe ya siyasî ava kir; gelên li Rojhilata Navîn jî îro roj encax bi avakirin yekitiya xwe dikarin vê mengeneyê bişikînin û birîna xwe bi destê xwe bikewînin.

Plan û projeya vê yekê ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê ve hatiye danîn. Gelên li Rojhilata Navîn encax bi serxistina projeya kurdan dikarin pêşî li şerekî din ê sar bigirin û pêsîra xwe ji xulamên hêzên hegemon xilas bikin.

Albuma Nûçeyê