CÎHAN

Hêlîna çeteyên DAIŞ’ê Tirkiye ye

Dem : 01 Pûşper 2018 În

Derket holê ku ji hemû welatan tevlêbûna çeteyên DAIŞ ê heye. Di vê raporê de tê ditîn ku di nav hemwelatiyên ku tev li DAIŞ’ê bûne de, welatiyên tirk bi rêjeya ji sedî 21’î di rêza yekemîn de ne

Hikûmeta federal ragihand ku heta niha zêdeyî hezar kesî ji Almanyayê tev li DAİŞ’ê bûne û got, “Haya me ji aqûbeta piraniya van kesan nîn e. Em dizanin ku tenê 170 kes ji wan mirine.”

Partiya Çep a Alman (Die Linke) çend roj berê pêşnûme pirsek pêşkêşî hikûmeta federal a bi serokwezaretiya Merkel kir û xwest ku li ser hejmara kesên tev li DAİŞ’e bûne û rewşa wan a dawî agahiyan bide.

Pêşnûme bi pêşengiya parlamenter Ulla Jelpke, Dr. Andre Hahn û Gokay Akbûlût ve hate amadekirin û bi navê Hikûmeta Wezareta Karên Hundir bersiv da. Wezaretiyê diyar kir, salên dawî zêdeyî hezar kesî ji bo tev li DAİŞ’ê bibin ji Almanyayê çûne Sûriyeyê û Iraqê.

Di bersiva wezaretê de hate ragihandin ku ev kesên weke ‘Îslamîstên radîkal’ hatine binavkirin, 35 ji sedî welatiyên Alman in, 27 ji sedî jî hemwelatî ne. Li gorî agahiyên ku ji aliyê wezaretê ve hatin dayin, balkêş e ku piraniya biyaniyên ku çûne welatiyên tirk in.

Di nav hemwelatiyên tev li DAİŞ’ê bûne de, welatiyên tirk bi rêjeya 21 ji sedî di rêza yekemîn de ne. Welatiyên Fas di rêza duyemîn de ne. Piştre jî welatiyên Tûnis, Afgan û Sûriyeyê tên.

Wezareta Karên Hundir diyar kir ku li ser beşeke biçûk a kesên ku çûne Iraq û Sûriyeyê agahiya wan heye û wiha hat gotin.”Li gorî agahiyên di destê me de, 170 ji van kesan di şer de ya jî ji ber sedemên cuda mirine.” BERLÎN

Albuma Nûçeyê