ÇAND Û HUNER

Helbesta kurdî bi dengbêjiyê dest pê kiriye

Dem : 02 Tîrmeh 2018 Duşem

Denîz ÎKE / AMED

Helbestvanê kurd Rênas Jiyan diyar kir ku di çand û hunera kurdan de helbest bi çanda dengbêjiyê re dest pê kiriye û wiha got: “Ji ber agirê helbestê ronahî ye, desthilatdar helbestê ji bo xwe weke gef dibîne.”

Helbest cîhana lihevparkirina pêhesîn, hest, xeyal, hizir û ramanê ye. Raste helbest huner e, lê bi qasî hunerbûna xwe, amûra ragihandina hewcedarî ya jiyanê ye jî. Ew wijdana hevpariya civatê ye. Di helbestê de afirandina lihevparkirina hest, xeyal û ramanê heye.

Helbestvanê kurd Rênas Jiyan helbest weke azadî, evîndarî û welatparêziyê nirxand û anî ziman ku helbestvanî di heman demê de mirovparêz û zimanparêzî ye. Jiyan li ser rola helbestê di nav çand û hunera kurdan de wiha got: “Di çanda kurdan de rola helbestê xwedîderketina li ziman û wêjeya kurd e. Helbest firehkirina giyanê mirovan e, mezinkirina ruhê xwe ye. Helbest geşkirina berxwedan û doza welat e.”

Helbest ruhê min ê duyemîn e

Jiyan destnîşan kir ku helbest şêwaza wî ya jiyanê ye û wiha pê de çû: “Ez gelek giyanî û jiyanî li helbestê dinihêrim. Helbest weke ruhê min ê duyemîn e û şêwaza min a jiyanê ye. Eger ez helbestan nenivîsim ez nikarim bijîm. Dema ku ez helbestan dinivîsim ez xwe azad hîs dikim. Dema ku ez xwe azad hîs dikim û xwendevanên min wê berhemê bixwînin ew jî xwe azad hîs dikin. Dema di helbestê de xwe dilbirîn pêk neyê, ez xwe dernedim di helbestê de, wê demê wê di ruhê min de pirsgirêkên cuda derkevin. Ji ber vê yekê helbest ji bo min giyanî ye.”

Amadekariyên pirtûkê dike

Jiyan bilêv kir ku hemû berhemên wî weke ya ewilî ji bo wî girîng û bi wate ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ez helbestan dinivîsim ez li xwendevanên pêşerojê jî difikirim û helbestan dinivîsim. Ez wêjeya kurdî hêjayî helbestên baş dibînim û ji bo vê jî hemû helbest ji bo min girîng in. Xebatên min ên li ser wêjeyê her demê didome û amadekariyên min ên ji bo pirtûkeke nû hene.”

Dengbêjî helbestvanî ye

Helbestvan Rênas Jiyan li ser kurtedîroka helbesta kurdî jî axivî û ev tişt gotin: “Baba Tahirê Uryan weke destpêka helbesta kurdî tê dîtin. Ji bo kurdan ez dikarim dengbêjiyê weke destpêka helbestê bi nav bikim. Helbesta kurdî ji çanda dengbêjiyê dest pê kiriye. Çiqas dengbêjî weke muzîk û lorandinê bê gotin jî mirov dikare bêje dengbêjî her wiha helbestvanî ye. Li gorî ferqa roja me ya îro dengbêjî nehatiye nivîsandin. Ji xwe çanda dengbêjiyê çand û hunera kurdan li ser lingan girtiye. Dengbêjî dewlemendiyek çanda kurdan e. Di nav kurdan de helbestvaniya herî girîng jî dengbêjî ye.”

Jiyan di çand û hunera kurdan de asta helbestê nirxand û wiha got: “Kurd ji helbestê hez dikin. Dema ku em li civakên biyanî dinihêrin, em dibînin ku êdî qîmetê bi helbestê nadin û helbestê îhmal dikin. Civaka ku daxwaza azadiyê dike û ji bo welatê xwe têdikoşe, daxwaz û xwedîderketina li helbestê jî zêdetir e. Helbest û azadî gelekî nêzî hev in û hevalên hev in. Kurdên azadîxwaz li helbestê xwedî derdikevin, ji ber ku helbest hîsên kurdan vedibêjin û kurd xwe bi helbestê tînin ziman. Li gorî çavdêriyên min têkiliya kurdan û helbestê baş e.”

Agirê helbestê ronahî ye

Jiyan anî ziman ku her demê helbest, helbestavan bûne hedefa desthilatdaran û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku helbest her demê rastiyê tîne ser ziman û agirekî yê dilêr e ev jî ji bo desthilatdaran xetere ye. Ji ber ku agirê helbestê ronahî ye û ji ber rastiya helbestê, desthilatdar helbestê ji bo xwe weke gef dibîne.”

Albuma Nûçeyê