POLÎTÎKA

Hedef hemû kurd in

Dem : 10 Tîrmeh 2018 Sêşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên gel ên li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa başûrê Kurdistanê bi rengên cuda didomin û her wiha çalakiya Mertalên Zindî jî mehekê li pey xwe hişt. Lê tevî çalakiyên gel îxanet jî bi hevkariya PDK’ê a bi dewleta tirk re didome û dagirkerî tê rewakirin

Dewleta tirk dixwaze bi lîstikên qirêj hemû  deskeftiyên gelê kurd têk bibe. Peyamên Nêçîrvan Barzanî yên dawîn, vexwendina wî ya Enqereyê û hevdîtinên veşartî bi rayedarên tirk re nîşaneyên konseptekê ne. Gelo ew xiyaneta ku di nav kurdan de bi hezaran sal in dewam dike dê bidome an kurd dê vê xiyanetê têk bibin, yekitiya xwe pêk bînin û azadiya xwe bi dest bixin.

Roja ku êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa başûrê Kurdistanê dest pê kir vir ve gel li dijî dagirkeriyê di nav berxwedan û çalakiyan de ye. Gelê Başûr ji bo ku dagirker ji axa Kurdistanê derkevin her cureyên çalakiyan pêk tîe. Yek ji van çalakiyan û her wiha ya herî dirêj jî çalakiya Mertalên Zindî ye.

Bi armanca pêşîlêgirtina êrîşên dewleta tirk û dagirkirina herêma Qendîlê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer di 8’ê hezîranê de li Binarê Qendîlê bi dirûşma ‘Serî li hemberî dagirkeriyê rake’ dest bi çalakiya Mertalên Zindî hat dest pê kirin. Niha ev çalakî mehek li pey xwe hişt.

Başûrî piştgirî dan ciwanan

Di çarçoveya çalakiyê de bi dehan heyetên ji partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û welatiyên ji başûrê Kurdistanê serdana ciwanan kirin. Heyetên ku serdana çalakiyê kir jî piştgiriya xwe ya bi ciwanan re ragihandin û destnîşan kirin ku ew dê rê nedin dagirkeriya dewleta tirk a li Başûr. Her wiha li Qendîlê meşên girseyî hatin lidarxistin û bang li tevahiya gelê Başûr û çar parçeyên Kurdistanê hat kirin ku li dijî dagirkeriyê yekitiya xwe ava bikin.

Lê tevî berxwedan, çalakî û bertekên gelê Başûr di serî de hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê û tu dewletên navnetewî li dijî vê dagirkeriyê dengê xwe bilind nakin û ji nedîtî ve tên. Ji ber vê bêdengiyê dewleta tirk hin hêz girt û vê carê hin partiyên Başûr ku li dijî dagikeriyê derdikevin gefan xwar. Wekî ku dewleta ne tirk dagirker e tevdigere.

PDK dagirkerî rewa kir

Ji aliyê din ve jî hin rayedarên PDK’ê ku bi tu awayî li dijî dagirkeriyê derneketin, bi daxuyaniyên xwe êrîş û dagirkeriya dewleta tirk rewa kirin. Mînaka vê yekê çend roj berê hat jiyîn. Serokê hikûmeta PDK’ê Nêçîrvan Barzanî bi daxuyanike sosret ji dêvla dewleta tirk PKK’ê wek dagirker pênase kir û dewleta tirk jî rewa nîşan da. Her wiha Nêçîrvan Barzanî yekem kesê ku serokkomariya Erdogan ku di hilbijartinên 24’ê hezîranê de bi dek û dolaban bi dest xist jî, pîroz kir.

Di çarçoveya van geşedanan de mirov dibîne ku dewleta tirk bi alîkariya kîjan partî û şexsan dikare bi awayekî aşkera axa Başûr dagir dike.

Lê tevî îxaneta PDK û Nêçîrvan Barzanî di serî de ciwan hemû gelê Başûr heta derxistina dewleta tirk a dagirker ji axa xwe, bi biryar in ku çalakî û berxwedana xwe bidomînin.

Barzanî hat Enqereyê

Wekî ku tê zanîn dewleta herî zêde bertek nîşanî referanduma başûrê Kurdistanê da, dewleta tirk bû. Ji serokkomar heta hemû rayedarên dewletê bi gefên tunekirinê, birçîhiştinê û êrîşên dagirkeriyê gef li başûrê Kurdistanê xwar. Di heman demê deriyên sînor hatin girtin û artêşa tirk li ser sînorê Başûr tatbîkata leşkerî kir. Tevî van gefan û êrîşan jî nûnerên PDK’ê di her platformekê de piştgirî da AKP’ê û êrîş û gefên AKP’ê rewa nîşan dan.

Nehatiye vexwendin

Di demên dawî de jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyeke xwe de gerîlayên PKK’ê weke ‘dagirker’ penase kir û diyar kir ku dewleta tirk di êrîşên li dijî başûrê Kurdistanê de mafdar e. Di demekê pir kin de Barzanî bi boneya hilbijartinên 24’ê hezîranê li Erdogan geriya û pîroz kir. Herî dawî jî bûyereke sosret derket holê. Li gorî agahiyan tevî ku serokkomariya dewleta tirk ji bo torena sondxwarinê ya Erdogan vexwendname ji Nêçîrvan Barzanî re ne şandibe jî Barzanî bi vê hincetê çû Enqereyê.

Derbê li yekitiyê dixe

Ev kiryarên dawî yên Nêçîrvan Barzanî ku hêzên kurd ên li Kurdistanê li dijî dagirkeriyê têdikoşin weke ‘dagirker’ nîşan da û rewakirina êrîşên li dijî gelê kurd, di nava gelê kurd de jî rastî nerazîbûnên tund hat. Gelek derdorên siyasî û sivîl bertek nîşan dan û dan zanîn ku bi vê yekê re Barzanî derbê li hewldanên avakirina yekitiya neteweyî dixe.

Albuma Nûçeyê