POLÎTÎKA

HDP’ê bîlanço aşkera kir: “57 êrîş û 208 binçavkirin

Dem : 12 Pûşper 2018 Sêşem

Ji hilbijartina parlamenteriyê û serokkomariyê ya 24’ê Hezîranê re tenê 12 roj man. Bi nêzbûna hilbijartinê re zextên li ser HDP’ê jî zêdetir û dijwartir dibin. Lê tevî vê yekê jî xebatên hilbijartinê yên HDP’ê li hemû bajar, navçe û gundan bênavber didomin. Têkildarî zextên di çarçoveya hilbijartinê de pêk tên, Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê raporek amade kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku di pêvajoya hilbijartinê de herî zêde zext li dijî partiya wan pêk hatiye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya bi îmzeya rojnameger Hayrî Demîr, Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê ji roja biryara hilbijartinê ku di 18’ê nîsanê de hat wergirtin de û heta îro astengî û êrîşên ku li dijî HDP’ê pêk hatine wek raporekê nivîsand. Di raporê de hat gotin ku ji roja biryara hilbijartinê û heta îro 208 HDP’yî hatine binçavkirin.

Zêdetirî 16 kes hatin girtin

Di berdewama raporê de jî hat gotin ku ji 208 kesên hatin binçavkirin herî kêm 16 kes jê hatin girtin. Her wiha di vê pêvajoyê de li bajarên cuda yên Tirkiyeyê li dijî xebatkarên HDP’ê 57 êrîş û astengî pêk hatin. Di raporê de hat gotin ku herî zêde êrîş li dijî HDP’ê hene. Her wiha di raporê de ligel êrîşên li dijî HDP’ê, astengî û êrîşên li dijî Partiya Saadet û CHP’ê pêk hatine jî hatin parvekirin. ENQERE

Albuma Nûçeyê