JIN

HDP li her derê nûnertiya wekheviyê dike

Dem : 08 Pûşper 2018 În

Namzeda HDP’ê ya Amedê Dr. Semra Guzel ku ji rêza 6’emîn hatiye nîşandin, der barê hilbijartin û endambûna xwe de axivî. Guzel ku bi eslê xwe Mêrdînî ye têkoşîna jinan li zanîngehê nas dike û piştî vê yekê tev li xebatên jinan dibe.

Guzel anî ziman ku ew li dijî zîhniyeta serdest a mêr, gotinên mîlîtarîst û zayendperest di HDP’ê de cih girtiye û wiha got: “Tirkiye ev demek dirêj e di koasê de ye. Di hilbijartinên 7’ê hezîranê de tevî hemû êrîşên li hemberî HDP’ê serkeftinek mezin hat bidestxistin. Lê ev nehat hezmkirin û dîsa çûn hilbijartinê. Piştî vê bi hewldana darbeyekê OHAL hat îlankirin. Bi KHK’yan em îxrac kirin lê tevî vê ez ji Amedê derneketim.”

Banga xwedîderketinê kir

Guzel sedema tercîha xwe ya HDP’ê jî bi van hevokan anî ziman: “HDP pirrengîniyê diparêze. Xîtabî hemû aliyan dike. Taybetiya wê ya herî girîng jî partiya jinan e. HDP di hemû qadan de nûneriya wekhev hedef dike. Di vê hilbijartinê de hevserokkomarî kir rojeva xwe. Ji ber min di HDP’ê de cih girt.”

Her wiha Guzel di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku xwedî li sindoqan û dengê xwe derkevin.  AMED

Albuma Nûçeyê