POLÎTÎKA

HDP li her derê bi girseyî tê pêşwazîkirin

Dem : 13 Pûşper 2018 Çarşem

Ji Botanê heta Egeyê, HDP'yî bi şev jî li qadan bûn û ji bo hilbijartinê xebitîn. HDP'a Şirnexê li bajarokê Dêrgulê şahiyek li dar xist. Şahî piştî fitarê pêk hat û gelek kes tevlî bûn. Namzedên HDP'ê ji girgseya gel re axivîn û wiha gotin: "Em bi gelê xwe piştrast in. Em ê bi ser bikevin." Li navçeya Hezexê jî bi pêşengiya rêxistina HDP'ê ya navçeyê Sifreya Rûyê Erdê hate raxistin û gelek kesî fitara xwe lê kir.

Li taxa Kortekê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê, bi beşdariya parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê buroya hilbijartinê hate vekirin. HevserokêHDP'ê Sezaî Temellî di çarçoveya bernameya xwe ya Îzmîrê de beşdarî fitara li navçeya Torbali bû. Temellî li vê derê ji gel re axivî û got, "Gel mehkûmî şer dikin. Zilma li gel didomînin."

Namzedên HDP'ê yên Manîsayê Sirri Sakik, Hasret Aslan, Adnan Mankan û Bîrgul Saggoz jî li navçeyêm Alaşehîr û Sarigolê bûn. Li Aydinê jî namzedên HDP'yî li taxên Dutluoluk û Yenîkoyê yên navçeya Çîneyê bi welatiyan re rûniştin û li pirsgirêkên wan guhdarî kirin. Namzetan piştre serdana esnafan kirin û ji wan xwestin ku dengekî xwe bidin HDP'ê, yek jî Demîrtaş. AMED

Albuma Nûçeyê